Hunermendê Loristanê Rezmcûyî jiyana xwe ji dest da

Hunermendê navdar ê Loristanê Secad Rezmcûyî di encama şewata li mala wî derketî jiyana xwe ji dest da.

Di encama şewata ku roja Înê ji ber teqîna gazê bi mala ku Secad Rezmcûyî lê dima ket de bi giranî birîndar (şewata 80%) dibe. Piştî bûyerê yekser ji bo dermankirinê Rezmcûyî radikin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Ş.Bêhêştî ya bajarê Yasûcê. Tevî hemû hewldanan piştî 4 rojan ango roja Sêşemiyê Rezmcûyî ji ber giraniya şewatê jiyana xwe ji dest da.

Duh bi tevlêbûneke girseyî ya xizm, hunermendên herêmê û heskiriyên wî, bi merasîmeke bi heybet cenazeyê hunermendê navdar ê Loristanê Secad Rezmcûyî hate veşartin. Di merasîmê de gelek hunermendên herêma Loristanê yên amade bibûn axivîn û xemgîniya xwe anîn ser ziman.

Secad Rezmcûyî yek ji hunermendên navdar ê Loristanê bû ku sala 1980’ê li bajarê Yasûc ê parêzgeha Kohgîlûyê û Bûyêr Ehmed ji dayik bûye. Rezmcûyî sala 1992’an bi rengekî pispor dest bi xebatê hunerî dike û ji bo civaka Lor gelek berhemên xweş yên mîna Bergê Rêwas, Hî bo kû yarem, Bîkes, Îlel û bare, Destmalbazî, Şorvê û gelek stranên din li pey xwe hişt. Rezmcûyî di nava civaka Loran de bi kesayetiya xwe ya gelêrî û welatparêz tê nasîn.