Hunermend û pêşkêşvanê Stêrk Tv'yê Şêrko Celal jiyana xwe ji dest da

Hunermend û pêşkêşvanê Stêrk Tv'yê Şêrko Celal ê ji ber Covîd-19’ê li bajarê Lîlle yê Fransayê tedawî dibû, îro nîvro jiyana xwe ji dest da.

Hunermend û pêşkêşvanê Stêrk Tv'yê Şêrko Celal ê ji ber Covîd-19’ê li bajarê Lîlle yê Fransayê tedawî dibû, îro nîvro jiyana xwe ji dest da.

Xebatkarên Stêrk Tv'yê ev daxuyaî weşandin:

“Şêrko Celal Mamêş Koyê yê ku bi navê Şêrko Celal dihate naskirin di sala 1956’an de li bajarê Koyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Celal di sala 1974’an de tevî birayê xwe wênesaz Rehbar Celal dibe pêşmerge û li çiyayan jî bi wêneyan xizmeta şoreşê dike. Piştî ku şoreş têk diçe, Şêrko Celal vedigere Başûrê Kurdistanê û di sala 1982’an de jî berê xwe dide Fransayê.

Şêrko Celal di sala 2002’an de di Roj Tv'yê de dest bi bernameya Rojbaş Kurdistanê dike. Celal demekê bernameya Tîşkî Huner amade û pêşkêş dikir. Di sala 2012’an de jî navê bernameyê diguherîne û di Stêrk Tv'yê de navê wê dike Rêjney Reng. Celal di Stêrk Tv'yê de bi sedan bername amade kir û ji xeynî xebatên medyayê wî li pey xwe gelek ceribandin, gotar û helbet jî hişt. Em xebatkarên Stêrk Tv'yê ji malbat û dostên hevrê Şêrko Celal re sersaxiyê dixwazin.”