HSK'ê alîkariya qurbanê gihand xelkê Efrînê û deverên wêrankirî

Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) alîkariyên Cejna Qurbanê ji xelkê Efrînê yê li herêma Şehbayê û ji xelkê Bakûrê Kurdistanê yên li deverên wêrankirî re şand.

Saziya Alîkariya Mirovahî, Heyva Sor a Kurdistanê beriya niha ragihandibû ku ew ê îsal alîkariyên Qurbanê ji bo mexdûrên şer ên Kurdistanê berhev bike.

Rêveberiya Heyva Sor ragihand ku wan bi bihayê 50 hezar Euro qurban ji Efrîniyên herêma Şehbayê re şandin e.

Her wiha, Heyva Sor a Kurdistanê bi minasebeta Cejna qurbanê bi bihayê 100 hezar Euro qurban jî ji xelkê Cizîr, Gever, Sûr, Nisêbîn, Hezex, Silopî û Şirnexê re şand.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê dawiya daxuyaniyê de, cejna qurbanê ya hemû bawermendan pîroz kir û malavahiya hemû kesên beşdarî kampanyaya qurbanê bûne kir.