‘Hêzên dewletê li Wanê Quran şewitandin’
Parlamenterê HDP’ê Adem Geverî got, li Wanê dema ku bi ser malekê de girtine Qur’an şewitandine û got, ‘’heke ev li devereke din bibûya we yê qiyamet rakira’.
Parlamenterê HDP’ê Adem Geverî got, li Wanê dema ku bi ser malekê de girtine Qur’an şewitandine û got, ‘’heke ev li devereke din bibûya we yê qiyamet rakira’.
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî li Civîna Giştî ya Meclîsa axivî û got li Wanê hêzên dewletê bi ser malekê de girtine, mal kirine rewşeke wiha de ku êdî malî nikarin tê de bijîn.
Geverî got, ‘’Li Kurdistanê bi gelek hencetan gelek zilm têne kirin û di van zilman de carinan mal ziyanê dibîne carinan rewşên trajîk, bûyerên sosyal û psîkolîk rû didin. Li ser welatiyên ku welatiyên Komara Tirkiyê ne û nasnameya Komara Tirkiyê bi wan re ye zilma ku li Israîlê, Filîstînê û li welatên dî yê mêtinger rûdidin li ser van welatiyan dikin.’’
‘MALA KU SIVÎL LÊ DIMAN ŞEWITANDIN’
Beriya bi demeke nêz li Qerqelî ya Wanê jadarmayên Tirk bi ser gundê Meletopûz de girtibûn û bi fermana amîrê milkî di navê ‘têkoşîna dij terorê’ mal şewitandin. Mal kirin rewşeke wiha de ku êdî malî nikaribin lê bimînin. Mirovên ku li vê malê dijiyan niha vê zivistanê li der ve ne. Ev xaniyê du çavî, li gel hemû nerazîbûnên muxtarê gund jî, li gel ku cam û pencereyên malê hemû vekirîbûn jî, bi destê leşkeran ji 2 metroyan nêzîk ve pêşî bombeyên gazê avêtin, piştre bi bombeya destan mal hate şewitandin û hilweşandin.
Li vir çeyiza keçeke me ya ciwan ku bi temenekî dabû he, bi hêviyên wê yên siberojê re bûne xwelî. Hemû tiştên li malê hatin şewitandin. Qurân a ku li gorî kesên ku baweriya xwe bi Îslamê tînin pîroz e û belkî tekane pîroziya me ye hate şewitandin. Me gelek caran hewl da ku vê zilmê bigihînin amîrên milkî. Gotin tenê bi peyamekê ji rewşê agahdar bûne, wê derbarê trajediyê rewşa mexdûrbûnê ji holê rakin. Lê hê jî mala wan welatiyan wiha ye.’’
‘WE YÊ QIYAMET RAKIRA!!
Parlamenterê HDP’yî Adem Geverî got, ‘’heke zilmeke wiha li welatekî dî bibûya, heke neheqiyeke wiha û bêhurmetiya li pîroziyên wiha li devereke dî bibûya we yê qiyamet rakire’ û wiha domand, ‘’Qur’an tê şewitandin ne di xema kesî de ye. Malên welatiyan têne şewitandin ne di xema kesî de ye. Hêviya mirovan dişewitînin ne di xema kesî de ye. A herî xirab hêvî, baweriya me ya jiyan hevpar bi temamî qediyaye.’’