Hêzên Îranê kolberek kuştin
Hêzên Îranê di saetên siharê de li Hengejale ya girêdayî bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek qetil kirin.
Hêzên Îranê di saetên siharê de li Hengejale ya girêdayî bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek qetil kirin.
Medya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku di saet 02:00’an de li Hengejale ya li sînorê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê êrîşî hejmarek kolberan kirin û raste rast gule berdan kolberan.
Hate diyarkirin ku di encama êrîşa hêzên Îranê de, kolberê bi navê Elî Zerxamî yê ji gundê Sarîbax yê ser bi bajarê Seqîzê û bavê 3 zarokan, jiyana xwe ji dest da.