Heyva Sor piştgiriyê dide xebatên rizgarkirinê yên li Lîvornoyê

Di lehiya Lîvornoyê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Heyva Sor a Kurdistanê jî piştgiriyê dide xebatên lêgerîn û rizgarkirinê.

Li Îtalyayê li bajarê Lîvornoyê ji ber barana zêde roja Yekşemê lehî rabûbû û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî bû 8.

Li gorî nûçeya çapemeniya Îtalyayê li Lîvornoyê ya ku baraneke zêde lê bariya bû, cenazeyê 2 kesên din jî hate dîtin. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî bû 8.

Piştî lehiyê li bajêr xebata rakirin û paqijiya enkazan jî didome.

Ev çar roj in Heyva Sor a Kurdistanê jî piştgiriyê dide xebatên rizgarkirinê.