Heyeta TUSÎAD'ê hat serdana HDP´ê
Heyeta TUSÎAD'ê piştî CHP, MHP û AKP ziyaret kir, bi HDP'ê re jî hevdîtin pêk anî. Seroka TUSÎAD'ê Cansen Başaran Symes, diyar kir ku ji bo hikûmetek mayînde dixebitin û xwest bi lezgîn hikûmet bê avakirin.

Heyeta TUSÎAD'ê ku duh bi CHP û MHP'ê re hevdîtin kirin, îro jî bi AKP û HDP'ê re hevdîtin kir. Heyeta TUSÎAD'ê li Navenda Giştî ya HDP'ê bi Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag û rêveberên HDP'ê re hat cem hev. Piştî heyeta TUSÎAD'ê hevdîtin kir, Seroka TUSÎAD'ê Cansen Başaran Symes, daxuyanî da. Başaran Symes anî ziman ku hevdîtinên wan ên bi 4 partiyan re erênî derbas bûye.
Symes, da zanîn ku wan bendewariyên xwe bi hemû partiyên siyasî re parve kirin û ji hikûmetê daxwaza demokratîkbûn û pêşketina aborî kirin. Symes, daxuyand ku wan hilbijartina zû ji rojeva xwe derxistine û dîtine ku her kes ji bo avakirina hikûmeta nû dixebitin.
TUSÎAD'ê piştî daxuyanî da ji Navenda Giştî ya HDP'ê veqetiya. Hevdîtinên bi HDP'ê wê bi ziyaretên TOBB û MUSÎAD'ê bidome.