Heyeta Navneteweyî wê ji bo Ocalan bi CPT û KE re hevdîtinê bike

Heyeta bi serokatiya parêzerê Mandel Moosa, ku li dijî tecrîda li ser Ocalan xwest di 15'ê Sibatê de biçe Îmraliyê, lê rayedarên dewleta Tirk nehiştin, li saziyên CPT û Konseya Ewropayê (KE) dest bi hevdîtinan dike.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 17 sal li dû xwe hişt. Tevî hemû hewldanên aştiyane jî dewleta Tirk tecrîdê dişidîne.

Bi şidandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, li Bakurê Kurdistanê qetilkirina sivîlan destpê kir. Tevî hemû hewldan û israra Kurdan jî saziyên Ewropayê li pêşberî vê rewşê bêdeng in. Ji Hewldana Lihevkirin û Aştiyê ya Navneteweyî heyetek bi serokatiya parêzerê Mandel Moosa, ku li dijî tecrîda li ser Ocalan xwest di 15'ê Sibatê de biçe Îmraliyê, lê rayedarên dewleta Tirk nehiştin, li saziyên Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Konseya Ewropayê (KE) dest bi hevdîtinan dike. Heyet wê di 18 û 22'ê Nîsanê de li Strasboûrgê li aziyên CPT û KE danûstandinan bike, bi rayedarên CPT, Asambla Parlamenteran û komên polîtîk re hevdîtinan bike. Heyeta ku wê civînên çapemeniyê û konferansan jî lidar bixe, di heman demê de wê bi rayedarên Konseya Ewropayê re jî rûnê. Heyet wê piştre bi civaka Kurd a li Strasboûrgê de hevdîtinê bike û 'Nobeda ji Ocalan re Azadî' ya 4 sal in didome, ziyaret bike.

GELEK KESÊN NAVDAR DI NAVA HEYETÊ DE HENE

Tevî Moosa heyet ji van şexsiyetan pêk tê: "Ji Amerîkayê nivîskar, lîstikvan Janet Bîehl, Hîndekarê Zanîngeha Leeds a Îngilîstanê Federîco Ventûrînî, Hîndekarê Zanîngeha Cambrîdge Dr. Thomas Jeffrey Mîley, Parlamenterê Meclîsa Federal a Elmanya Andrej Hûnko, ji Norwêcê ji Weşanxaneya New Comapassê nivîskar û tercûman Eîrîk Eîglad û Serokê Komîsyona Aştî û Edaletê ya Parlamenta Îngilîstanê Jeo Ryan."

Di nava heyetê de her wiha Prof. Noam Chomsky, Tarik Alî, Porf. Davîd Graeber û John Holloway û gelek şexsiyetên ji cîhana zanistî, huner û siyasetê hene.

'DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN, BÊŞERT WERE BERDAN'

Di daxuyaniya li ser navê heyetê de bal hat kişandin ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de û hat gotin, "Weke heyetek navneteweyî ji bo hevdîtina bi Ocalan re em di 15'ê Sibatê de çûn Stenbolê. Lê belê Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê û rayedarên Tirk nehiştin em biçin giravê. Piştî ku em vegeriyan nivîsek ji me re şandin û gotin 'me daxwaza we ji Rêveberiya Girtîgah Îmraliyê re şandine'. Em nikarîbûn biçin Îmraliyê, lê belê me li Stenbolê gelek hevdîtin kirin û tevlî konferansan bûn. Li wê derê em gihaştin encameke bi vî rengî: Li gorî me Birêz Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de roleke diyarker dilîze. Tecrîda li ser Birêz Ocalan wê şer kûrtir bike. Ji bo dewamiya pêvajoya aştiyê divê tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin û derhal bêşert serbest bê berdan."

'PÊWÎSTE CPT BI LEZGÎNÎ HEYETÊ BIŞÎNE

Endamên heyetê bang li CPT û KE jî kirin û gotin, "Pêwîste CPT, ji bo lêkolînkirina rewşa li Îmraliyê bi lezgînî heyetekê bişîne giravê. Ji bo vê jî lazim e KE bikeve dewrê. Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan divê saziyên Ewropayê bikevin nava hewldanan. Pirsgirêka Kurd bi tecrîd û zextê çareser nabe. Lewma divê şer bisekine û ji bo aştiyê şert û mercên Ocalan werin sererastkirin."

50 EWROPAYÎ WÊ TEVLÎ NOBEDÊ BIBIN

Li aliyê din, tevî danûstandinên heyetê yên li KE û CPT, wê bi qasî 50 parlamenter, nivîskar û akademîsyen ên ji Elmanya, Îngilîstan, Holanda û Fransayê 'Nobeda ji Ocalan re Azadî' ya 4 sal in li ber KE dewam dike, dewr bigirin. Kom wê hefteyekê nobedê bigire, li bajêr çalakiyan lidar bixe û daxwaza azadiya Ocalan bilêv bike.