Hewlêr û Bexda ji bo krîzê ber bi hev ve gavan davêjin

Balefirgehên Hewlêrê û Silêmanî piştî daxuyaniya nivîskî ya duh a Serokwezîr Abadî Pêrşemê wê werin vekirin.

Balefirgehên Hewlêrê û Silêmanî, bi referandûmê, 16’ê Cotmehê piştî ku artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî di serî de Kerkûk, deverên ku nîqaş li ser wan hebû bi dest xistibûn, ji firîna balafiran re hatibû qedexekirin. Balefirgeh piştî daxuyaniya nivîskî ya duh a Serokwezîr Abadî Pêrşemê wê vebin. Di daxuyaniyê ya ji bo vekirina balefirgehan re, ya ji qada navnetewî re, tê gotin, li ser balefirgeh û deriye sînoran gelek biryar hatine wergirtin.

PIŞTÎ RÛNIŞTINA BI ŞANDEYÊ RE DAXUYANÎ

Haydar Abadî duh piştî ku bi şandeya Kurdistanê re, ya bi seroktiya Wezîrê Karê Navxwe yê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê Kerîm Şengalî re rûnişt axivî û got, ‘’Herêma Kurdistanê piraniya daxwazên me qebûl kir. Ez hêvî dikim ku hevgirtina hikûmata Herêma Kurdistanê û hikûmata Iraqê domdar be. Em naxwazin yek welatiyê me mexdûr bibe.’’

Abadî qedexeya li ser balefirgeha Hewlêrê û Silêmanî rakir û got ji bo ku bi 15’ê Adarê re firîn dîsa dest pê bikin gelek biryar standine û got, ‘’Bi têkiliyên baş ên navbeyna me me çareserî anî. Serdemên zext û zordariyê li paş man. Em ji hemû welatiyên xwe yên Kurd berpirs in.’’

HIKÛMETA HERÊMÎ BI ERÊNÎ PÊŞWAZÎ KIR

Piştî daxuyaniya Abadî ya li ser vekirina balefirgehan li ser navê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axivî û ji ber vekirina balefirgehan spasî da Abadî. Barzanî got, ‘’Em biryara Abadî ya li ser vekirina balefirgehan baş dibinin.’’

Bi peymaneke bi gelek biryaran li ser balefirgeh û deriyên sînor çareserî peyda bûye!

Hate gotin di hevdîtinan de li ser wê ku balefirgeh û deriyên sînor dewrî hikûmata navendî bikin li ser 6 xalan li hev kirine.

Di daxuyaniyê de, ya Serokwezîrtiya Iraqê de hate gotin, Abadî li ser balefirgeh û sînorên Herêma Kurdistanê 6 biryar standine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî ku rayedarên Herêma Kurdistanê bi erênî bersiv daye ku balefirgeh radestî hikûmata federal werin kirin û li gorî xala 78’an a Destûrê û biryar 2007’an a bi hijmara 305’an a Desteya Wezîran, hin biryar hatine standin.

Di daxuyaniyê de hate gotin li balafirgehan û deriyê sînor li ser ewlehî û rêveberiya pabendî wê, wê guherîn bibin. Ji bo balefirgehên li Herêma Kurdistanê pabendî Wezareta Karê Navxwe yê Iraqê wê rêveberiyeke nû were çêkirin. Ji bo diyarbûna yekîne û xebatkarên bi ser vê rêveberiyê ve wê ji yekîneyên heyî sûd were wergirtin.

1-Beşa ewlehiyê ya balefirgehên Hewlêr û Silêmanî jî wê bi ser vê rêveberiyê ve be.

2-Divê berpirsê beşa ewlehiyê efser be û raye ne kêmî ya serheng be. Divê alîkar lî serpel be. Herdu jî divê ji hêla Wezareta Navxwe ve werin peywirdarkirin.

3-Unîformayên karmendên bi ser vê rêveberiyê ve, wê li gorî rêziknameya 2014’an bi bi hijmara 7’an a Wezareta Navxwe be.

Li ser pergala kontrolê ya balefifrgehê jî biyar hatin standin. Li gorî vê, bi pabendiya pergala kontrole ya balafirgehên taybet û deriyên sînor ên Bexdayê, xebatên wan wê weke deriyên sînor ên Iraqê werin rêvebirin.

Yek ji biryara di jî li ser xebatên nifûs û pasaportê ye, yên li Silêmanî û Hewlêrê. Yên ku li Hewlêr û Silmanî li rêveberiyên nifûs û pasaportê dixebitin wê bi ser Wezareta Karê Navxwe yê Iraqê bin.

Yek ji biryaran jî li ser Gerînendetiya Gumrikê ye. Li gor vê hikûmata navendî ya Iraqê, wê yekîneyên bi ser gerîndengiyê ve, li balafirgehan jî wê bikaribe berhemên îthal û îxracê kontrol bike.

Yek ji biryareke dî jî, ji bo kotnrolkirina wê, bê ka li gorî verastina rêveberiya navendî diçin yan na, biryara danîna komîsyone payebilind hate dîtin, ji bo balefirgeh û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê. Ev komîsyon wê ji hemû nûnerên rêveberiya têkildar ava bibe. Herêma Kurdistanê derbarê xebatan wê raporê bide Serekfermandariya Hêzên Çekdar ên Iraqê an jî saziyên wê.