'Heta ku dagirkeriya li ser Efrînê biqede em ê li qadan bin'

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê çalakiyên Kurdistaniyên li Ewropayê dewam dikin. Kurdistaniyan gotin, heta ku êrîşên li ser Efrînê biqedin wê li qadan bin.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê çalakiyên Kurdistaniyên li Ewropayê dewam dikin. Kurdistaniyan gotin, heta ku êrîşên li ser Efrînê biqedin wê li qadan bin.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, êrîşên dewleta Tirk a mêtinger û daigker ên li ser Efrînê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî hatin şermezarkirin. Kurdistaniyan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî kon vedan, pankartên li ser êrîşên li dijî Efrînê vekirin û afîş bi dîwaran ve daliqandin. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer, Terorîst Erdogan", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Bijî YPG", "Bijî Efrîn" hatin qîrîn û li ser kuştina sivîlan li Efrînê bi destê dewlet Tirk, belavok hatin belavkirin.

SAARBRUCKEN: Kurditaniyên li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo destekkirina berxwedana Efrînê didomînin. Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li ber Eûrogalerî mîtîngek hate lidarxistin. Hevserokê NCDK a Saarbruckenê Orûç Dapar li vir axivî, berxwedana serdemê silav kir û got, "Berxwedana serdemê di roja 32'an de ye û Erdogan hê jî bêçare ye û bi artêş û medya xwe belawela bûye. Gelê Efrînê bi sekna xwe ya bi biryar, heta mirinê xwedî li ax, nirx û şervanên xwe derdikeve." Dapar destnîşan kir ku bi çalakî û xwepêşandanên xwe divê ew jî xwedî li berxwedanê derkevin û li Ewropayê bibin dengê vê berxwedanê. Mîtîng bi qîrîna dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" qediya.

STÛTTGART: Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, nobeda ku ji 20'ê Çileyê û vir ve her roj li Schlossplatzê tê girtin, duh ji aliyê endamên însiyatîfa jinê dewr hate girtin. Di çalakiyê de wêneyên sivîl û zarokên li Efrînê hatin kuştin hatin vekirin û pankartên bi nivîsa "Bes çekan bidin Tirkiyeyê, Efrînê biparêzin" û "Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye" hatin hildan. Her wiha li ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê belavok hatin belavkirin.

KLEVE: Li bajarekî din ê Elmanyayê li Kleveyê, bi banga NCDK a Emmerîchê û Meclîsa Gel a Kleve, Kurdistanî li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Kurdistanî piştî mîtîngê ber bi meydana Gross Str. dest bi meşê kirin û dirûşmên "Efrîn bi tenê nîne", "Tirkiye ji Rojava bicehime", "Terorîst Erdogan" û "Erdogan û DAÎŞ yek e" qîriyan.

HAMBÛRG: Li taxa Landesbrucke ya bajarê Hambûrgê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de piştgirî ji berxwedana Efrînê re hate dayin û bernameya çalakiyên rojên bê hate eşkerkekirin.

BÎELEFELD: Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê Kurdistanî li ber firoşgeha Karstadtê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşman rejîma Erdogan şermrezar kirin. Li vir daxuyaniyke hate dayin û hate gotin, heta ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê bidomin, wê Kurdistanî jî çalakiyên xwe yên ji bo destekkirina Efrînê dewam bikin.

BASEL: Li bajarê Baselê yê Swîsreyê, festîvala Fasnacht Basler dewam dike. Di roja duyemîn a festîvalê de dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate şermezarkirin. Di festîvalê de karîkaturên li ser têkiliya navbera Erdogan û DAÎŞ'ê hate nîşandan. Karnavala ku her sal 19'ê Sibatê dest pê dike, 3 roj û 3 şevan dewam dike.