'Heke li gorî yasayan biçin grevên birçîbûnê nabe çalakiyeke pêhewce'

Nuray Çevîrmen a ÎHD'yî got ji bo ku grevên birçîbûnê demildest bidawî bibin divê rayedar tevbigerin û got heke li gorî yasayan biçin greva birçîbûnê "wê nebe çalakiyeke pêhewce."

Endama Desteya Rêveberiya Navendî (LRN) ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nuray Çevirmen greva birçîbûnê ya ku 27'ê Mijdara 2020'an ji bo rabûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dijî binpêkirina mafên li girtîgehan dest pê kirî, nirxand. Çevîrmen got greva birçîbûnê ku di roja 243'yan de bi koma 47 didome dibe ku rê li gelek nexweşiyên giran veke û bal kişande ser serlêdanên ku ji girtîgehan hatine. Çevîrmen got divê daxwaz werin bicihkirin û yasayên navneteweyî werin bicihanin û diyar kir rayedarên têkildar zûka divê tevbigerin.

Çevîrmen diyar kir grevên birçîbûnê zirareke mezin dide tendiristiya giran lê ji ber binpêkirina mafan grêva birçîbûnê tê kirin, bal kişande ser greva birçîbûnê ku ji 27'ê Mijdarê û wir ve li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê didomin û got, ''Dema ku demkurt jî bin rê li problemên giran ên tendiristiyê vedike. Mirov rojekê jî di greva birçîbûnê de be ev di bedena mirov de dibe sedema nexweşiyan.''

Çevîrmen got ji girtîgehan serî li komeleya wan didin û li gorî van serlêdanan bi girtiyan re problemên weke kêmbûn-rabûna rajenê, qelsbûna xweragiriya bedenê û problemên bi van ve têkildar xuya bûne. Çevîrmen her wiha got li hin girtîgehan girtiyên ku ketine grêva birçîbûnê ji koxuşên wan têne derxistin, wan dibin koxuşên yekkesî û ev jî dibe sedema hin nexweşiyan û rîsekek mezin e ku girtî di koxuşên yekkesî de bêne hiştin.

Çevîrmen got, ''Ev bû demeke dirêj ku greva birçîbûnê didome. Zûzûka ji bo ku daxwaz werin bicihanîn û greva birçîbûnê bidawî bibe rayedarên têkildar gav bavêjin.''

Çevîrmen diyar kir, tecrîd û binpêkirina mafan her ku diçe girantir dibe divê dawî li binpêkirina mafan were û got, ''Du daxwazên sereke tên girtiyên greva birçîbûnê hene; rakirina tecrîda li Girtîgeha Imraliyê, bicihanîna hevdîtinê ya bi malbat û parêzeran re û bidawîanîna binpêkirina mafan a li girtîgehan.''

Nuray Çevîrmen got heke dewlet li gorî normên navneteweyî û yasayan biçe gelek arîşe wê çareser bibin û got, ''Çareserî pir rehet e; rakirina tecrîdê û bicihanîna hevditinê ya bi malbat û parêzeran re, bidawîanîna binpêkirina mafan a li girtîgehan. Têkilî çareseriya van tişta ku sazî dikarin bikin pir hêsan e, em dixwazin ku bi çarçoweya yasayan tevbigerin.''

Çevîrmen herî dawî wiha got: ''Em dixwazin rayedar li gorî peymanên navneteweyî biçin ku ev peyman li gorî normên mafê mirovan hatine îmzekirin û di vê mijarê de dewlet kirine bin bar de. Heke ev were bicihanîn jixwe binpêkirina mafan wê bidawî bibe. Grevên birçîbûnê wê êdî nebin çalakiyeke pêhewce.''