Hejmara Nîsanê ya kovara Stêrka Ciwan hate weşandin

Kovara ciwanan a mehane Stêrka Ciwan ku li Ewropayê tê weşandin, hejmara 203'an ji ber vîrûsa koronayê li ser înternetê hate weşandin.

Kovara ciwanan a mehane Stêrka Ciwan ku li Ewropayê tê weşandin, hejmara xwe ya Nîsana 2020'an derket.

Hejmara 203'emîn bi manşeta "Di xeta Rêbertî de em kesayetê milîtan biafirînin" derket û bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih da du mijarên bi sernavê "Pêvajoya vejîna Rêbertî" û "Di xeta Rêbertî de kesayetê milîtan ê Apoyî divê çawa be".

Kovara ku bi salane tê çapkirin û digihêje ber destê xwendevanên xwe, vê mehê ji ber vîrûsa koronayê ku li tevahiya cîhanê belav bûye li ser înternetê hate weşandin.

Di hejmara vê mehê ya kovarê de nivîsên îdeolojîk, lêkolînê, çand û hunerê, bîranîn û perspektîf bi zimanên Kurdî, Tirkî, ELmanî û Fransî hene.

Kovara Stêrka Ciwan ji van lînkan dikare bê peydakirin:

https://www.rojaciwan.eu/wp-content/uploads/2020/04/Nisan-PDF-En-Yeni-2.pdf

Soundcloud: https://soundcloud.com/sterkaciwan

Spotify: https://open.spotify.com/show/0JZErTQOyhzbJMAR1bfgxv