Hejmara 493’emîn a rojnameya Serxwebûnê derket

Rojnameya Serxwebûnê ku 42 sal in li Ewropayê weşanê dike, hejmara xwe ya 493'an bi manşeta "Di sala 2023'an de em ê tecrîdê, komkujiyê û desthilatdariya we bi berxwedanê hilweşînin" weşand.

Rojnameya Serxwebûnê di hejmara 493'an a meha Çileyê de cih da nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi sernavê "Wezîfeyên Entellektueliyê û Jinûve Avakirina Modernîteya Demokratîk". Rêberê Gelê Kurd qala xebatên zanistî û entellektueliyê yên Jinûve Avakirina Modernîteya Demokratîk dike û dibêje, “Ji bo bidestxistina nirxên hatine windakirin, ji bo şoreşgeriyê entellektuel û zanist, wê piştevaniya herî pêwîst ji bo avakirina modernîteya demokratîk bike. Ji bo bersivê bidin vê pêwîstiyê divê em li ser erkên xwe yên entellektuel baldar bin û hewldanên me yên çareseriyê jî ji her demê zêdetir girîng in.”

ÊRÎŞA LI SER PÊŞENGÊN JIN

Nivîsa Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik a bi sernavê “Sala 2023’an wê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bibe sala guhertina demokratîk” di hejmara vê mehê ya rojnameyê hate weşandin. Cemîl Bayik tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd dinirxîne û Bûbo (Veysî) Taş û Mehmet Akar ên li dijî tecrîdê bedena xwe dan ber agir, bi bîr tîne û wiha dibêje: "Mêtingeriya qirker pêşengên jin ji bo polîtîkayên xwe bi xeter dibîne. Piştî qetilkirina hevrê Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê, li Parîsê hevrê Evîn Goyî û 2 welatparêzên hêja hatin qetilkirin. Armanca van êrîşên qirkirina gelê Kurd e. Rêber Apo qetilkirina hevrê Sara, weke qirkirina Dersimê ya 2’emîn pênase kiribû.”

RÊBER APO RIZGARIYA MIROVAHIYÊ YE

Koordînasyona PJAK’ê jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Rêber Apo rizgariya mirovahiyê ye, azadiya wî azadiya jinan e”, dibêje: “Jin hedefa sereke ya êrîşan e. Rastiya li pişt vê yekê ew e ku Soylû PKK’ê weke tevgera jinan bi nav dike.”

Nivîsa Dilzar Dîlok a bi sernavê “Dîtina rastiya Hevrê Sara” di rojanmeyê de hate weşandin.

Nivîsa Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan a bi sernavê “Em di rastiyên Apoyî de bibin yek û şoreşa Modernîteya Demokratîk bi ser bixînin” yek ji gotarên rojnameyê ye.

Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê, Pîrdogan Kemal di nivîsa xwe ya bi sernavê “Fêhmkirina rastiya vekişîna artêşa Tirk” de qala artêşa Tirk a dagirker dike ku cenazeyên leşkerên xwe şewitandibûn.

Cîhan Eren jî di vê hejmara rojnameyê de, bi nivîsa xwe qala polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya zewicandina zaroka şeş salî dike.