Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a a Kocaelî û Stenbolê têkildarî Ayten Beçet a li Girtîgeha Jinan a Gezbeyê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe çalakiyeke fedayî pêk anîbû daxuyaniyek da. Li ser bihîstina bûyerê re rêveberên partiyê, parlementer û gelek kes ber xwe dan girtîgehê.
Nazeta Hevşaredariyê ya Kocaelî û Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum daxuyanî da û diyar kir ku girtî ji bo azadî û demokrasîbûna Tirkiyeyê ketine grevê. Gulum da diyarkirin ku girtiyên li girtîgehan ji bo mirin pêk neyên serî li rêyek wiha dane û wiha got:
“Hevrêyên me yên ketine girevê dibjin; ‘Bila li vî welatî şer êdî nemîne, bila pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser biin û tecrîda li pêşiya aştiya welat bê rakirin.’ Bi rakirina tecrîda li ser Ocalan wê rêya aştiyê ya li vî welatî pêk were. Hevrêyên me yên di grevê de daxwaza wan êdî bila kes nemirin, her kes wekhev û bira bijîn. Ji bo vê ye greva birçîbûnê ya Leyla Guven dayî destpêkirin li gelek deveran dewam dike. Hevrêya me Ayten ji bo protestokirina bêhestyarbûna desthilat û civakê çalakiyek wiha kiriye. Banga Ayten; ‘Ev bêdengî dikuje, ev bêdengî me dikuje ye’.Ji bo bêdengiyê protesto bike dawî li jiyana xwe aniye.”
Gulum anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan bêhiqûqî ye û got: “Ji ber ku pêvajoya aştiyê bi kêrî desthilatê nehat tecrîdê didomîne. Li vî welatî aştî pêk were wê textê desthilatê biheje vê yekê dizanin. Ji bo mirin pêk neyên banga rakirina tecrîdê dikin.”
Piştî daxuyaniyê û şûnde koma ber bi Stenbolê ve ketin rê, derbasî Saziya Tiba Edlî ya Yenîbosnayê ve ketin rê.