HDP: Roja kedkarên çapemeniyê yên dest ji rastiyê bernadin pîroz be

HDP'ê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê pîroz kir û got, "Rojnamevantî li Tirkiyeyê veguheriye pîşeyekî welê ku divê mirov mirinê, girtinê, bêkariyê û gelek rîskên din bidin ber çavên xwe ku karibin vî karî bikin."

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yê ji Komîsyona Çapemenî, Weşan û Propagandayê Berpirsyar Tayyîp Temel Cejna Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di 3'ê Gulana 2002'an de, ji bo ku balê bikêşe ser rewşa azadiya fikr û raman û çapemeniyê û rê li ber zextên hikûmetan bigire, ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî hate qebûlkirin. Di ser ragihandina vê rojê re 18 sal derbas bûn, lê ji wê rojê vir ve zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran her ku çû zêdetir bûn. Karûbarên ragihandinê, nemaze ji bo berjewendiyên desthilatiyê hatin û tên kirin û bûn û çapemenî wek navenda reşkirin, derew û dek û dolaban hate bikaranîn.

Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a Navneteweyî (RSF), Tirkiye îro ji nav 180 welatan di rêza 153’emîn de ye. Wek gelek welatên otorîter, li Tirkiyeyê jî tê xwestin ku êşkence, binpêkariyên mafê mirovî, tawanên şer, gendelî, kuştina jinan, cînayetên kar û talan bên veşartin. Ji bo wê jî dixwazin ku dengê çapemeniyê bibirrin û wê bikin bin hikmê desthilatiya siyasî. Lê çi dikin jî nikarin wî dengî bibirrin û rastiyan veşêrin.

Ji bo ku êşkenceyê veşêrin, giştînameyên nehiqûqî radigihînin û dixwazin ku rojnameger karên xwe bi awayekî azad nekin. Lê tu hikmê wan giştînameyan nîne ji bo rojnamegerên ku naxwazin rastî bên veşartin. Çi dikin bila bikin rojnameger bi pênûs û kamerayên xwe li pey şopa heqîqetê ne û li ber zextên wan serî natewînin.

Rojnameger hêviya civakê ne. Xebat û hewldana wan ji bo ronahiya civakê gelek pêwîst û girîng e. Bi xebat û xîreta xwe hemû zextên desthilatiyê îfşa dikin. Êşkence, lêdan, kuştin, şer, komkujî, gendelî, talan, xizanî, şideta li dijî jinan, îstîsmara li ser zarokan, rewşa giran a pandemiyê û gelek pirsgirêkên civakî ji aliyê rojnamegeran ve tên vekolîn û eşkerekirin. Bi pênûsa wan rastî di tarîtiyê de namînin. Di rêya ronahiyê de em ligel wan rojnamegeran e ku bi pênûs û kamerayên xwe, ji şopa heqîqetê venagerin.

Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li hemû têkoşer û kedkarên çapemeniyê pîroz be."