HDP: Bi rêbazên rezîl dixwazin desteserkirinê rewa bikin

Alîkarê Hevserokê HDP'ê yê ji Rêveberiyên Xwecih Berpirs Salim Kaplan got AKP bi kampanyaa reşkirinê û lêpirsînên çêkirî hewl dide ku darbeya qeyûm rewa bide nîşandan.

Alîkarê Hevserokê HDP'ê yê ji Rêveberiyên Xwecih Berpirs Salim Kaplan bi sernavê ''Hûn nikarin bi kampanyayên reşkirinê û lêpirsînên çêkirî darbeyê rewa bikin'' nivîsek weşand.

Kaplan nivîsên fermî yên têkilî ji peywirê standina Hevşaredara Şaredariya Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe bi bîr xist û got, ''Nivîsên fermî nîşan didin ku qeyûm darbeyeke plankirî ye.''

Di daxuyaniyê de hate gotin Ertan ji bo ku vehdên xwe yên dema kampanyaya hilbijartinê demildest bi cih bîne bi çarçoweya mewzûata têkildar û li ser esasê liyaqatê hin kes tayin kirin û bi berdewamî hate diyarkirin gendelî û bertîl bûne mijara lêpirsîna wezaretê, betalkirina kesên ku dema qeyûm hatine ser kar, weke ku tiştekî li derveyî hiqûqê be hatiye nîşandan û ev jî hişmendiya gemarî ya li pişt lêpirsînê ye.

Bi berdewamî hate gotin, ''Desthilata ku di çêkirina operasyonên bi honakên şaş û derew de bûye hosta nikare ispat bike ku Hevşaredarên me Bedîa Oozgokçe Ertan, Ahmet Turk û A. Selçûk Mizrakli yek qirûşê gel îsraf kiriye, nikare ispat bike ku gendelî kiriye. Tenê li ber raya giştî ya cîhanê dikarin xwe şepirze bikin, ji vê wêdetir gavekê jî wêdetir nikarin biçin.''

Herî dawî hate gotin ,''Bi lêpirsînên wiha çêkirî hûn nikarin Darbeya Qeyûm rewa nîşan bidin. Tenê desthilat û derdora wan a nêz ji lêpirsînên wiha naylonî bawer dike. Heke bi rastî jî hûn nelirêtî, li nehiqûqî, gendekî, talanê digerin ne li dûr li neynikê binerin.''