HDP: AKP kujerê karkeran e!
Alîkara Hevserokatiya HDP’ê Gunay Kubilay, bal kişand ser mirinên karkeran ên li Tûzlayê û got, “Şert û mercên ku xwe dispêrin talan û diziyê yên polîtîkaya AKP’ê, dibe sedema qetilkirina karkeran.”
Alîkara Hevserokatiya HDP’ê Gunay Kubilay, bal kişand ser mirinên karkeran ên li Tûzlayê û got, “Şert û mercên ku xwe dispêrin talan û diziyê yên polîtîkaya AKP’ê, dibe sedema qetilkirina karkeran.”
Alîkarê Hevserokatiya HDP’ê yê Berpirsyarê Polîtîkayên Ked, Aborî, Cotkarî û Civakî Gunay Kubilay, di derbarê mirina karkerên li Tûzlayê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir got, “Duh, li tersxaneya keştiyan a li Tûzlayê agir bi keştiyekê ketiye û 2 karker mirine û 12 karker jî birîndar bûne. Em ji malbatên karkerên ku mirine re sersaxiyê dixwazin.”
'DI SALA 2018'AN DE 1923 KARKER MIRIN'
Kûbilay anî ziman ku ji ber polîtîkaya talan û diziyê ya AKP’ê karker canê xwe didin û got, “Her roj 5-6 karker dibin qurbaniyê vê polîtîkayê. Di sala 2018’an de 67 zarok herî kêm 1923 karker li ser kar mirine. Yê dizî û talanê dike AKP û hevkarê wê ne, yên dimirin karker û xizan in.”
'HETA AKP HEBE EV NAQEDE'
Kûbilay anî ziman ku di bin hemû mirina karkeran de mohra polîtîkayên AKP’ê heye û got, “Ji ber şert û mercên giran ên kar, karkerên penaber û zarokan didin xebitandin. Ev jî dibe sedam mirina gelek karkeran. Heta ku AKP li ser desthilatdariyê be ne gengaz e ku dawî li van polîtîkayên bê.”