HDK: Girtin tolhildana li dijî Kongreyê ye

Desteya Rêveberiya  Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî girtina Hevberdevkê xwe  Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû û Wekîla Serokê ESP’ê û Berdevka SKM’ê Fadîme Çelebî daxuyanî da.

Desteya  Rêveberiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi daxuyaniyek nivîskî girtina hevberdevkê xwe Prof. Dr. Onur Hamzaoglu û Wekîla Serokê Giştî ya Partiya Sosyalîstan a Bindestan (ESP) Fadîme Çelebî şermezar kir.  HDK’ê bibîr xist ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Serpîl Kemalbay hêj di binçavan de ye û biryara girtina Hevberdevka wan Gulîstan Kiliç Koçyigît jî hêj heye û got: “Armanca van êrîşan ew e ku têkoşîna me ya demokrasî, aştî û azadiyê lawaz bikin û krîmînalîze bikin. Dixwazin tirsê li ser me ava bikin. Divê hevberdevk û nûnerên me demil dest bên berdan.”

'EM HEBÛN, EM HENE Û EM Ê HEBIN’

HDK’ê da zanîn ku Hamzoglu û Çelebî bi awayekî dijhiqûqî hatine girtin û got: “Ev girtin, girtina tohildana li dijî kongreya HDP’ê ye. Li cihê ku zext û zilm hebe wê berxwedan jî hebe. Wê têkoşîna edalet, azadî, wekhevî û aştiyê ranewest e. Wê ev têkoşîn li her qadên berxwedan û çalakiyan dewam bike. Em hebûn, em hene û em ê hebin.”