HDK: Divê tecrîd bi dawî bibe, hevdîtin destpê bikin
Desteya Rêveberiya HDK'ê ji bo nirxandina encama hilbijartinê civîn pêk anî. HDK'ê, piştî civînê encamname bi cemaweriyê re parve kir.
Desteya Rêveberiya HDK'ê ji bo nirxandina encama hilbijartinê civîn pêk anî. HDK'ê, piştî civînê encamname bi cemaweriyê re parve kir.
Desteya Rêveberiya HDK'ê ji bo nirxandina encama hilbijartinê civîn pêk anî. HDK'ê, piştî civînê encamname bi cemaweriyê re parve kir. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku HDP di hilbijartinê de bi ser ketiye û bang li Serokkomar, dewlet û rayedarên hikûmetê kir ku berpirsiyariya xwe pêk bînin. HDK'ê xwest ku hemû kujer bên dîtin û darizandin û planên pêşxistina kaosan bi dawî bibe.
Desteya Rêveber a Kongreya Demkoratîk a Gelan (HDK), 11'ê Hezîranê ji bo encama hilbijartinê binirxîne civîn pêk anî û encamnameya civînê bi raya giştî re parve kir. HDK'ê, anî ziman ku HDP'ê bi serketina hilbijartinê heviya "Jiyana Nû" zêdetir kiriye û wiha got: "Ev encam ne tenê serketina gelê Tirkiyeyê ye. Di heman demê de serketina hemû gelên Rojhilata Navîn ên têkoşîna aştî, demokrasî, wekhevî û azadiyê dimeşîne ye. Serketinên me, bi serketinên Şoreşa Rojava, Syriza ya Yewnanîstanê û Podemosa Îspanyayê yekîtiyê xurtir dikin. Pira navbera me bi watetir dike."
HDK'ê di berdewama encamnameyê de destnîşan kir ku mîmarê vê pêvajoya çareseriyê Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û xwest tecrîda li ser Ocalan tê meşandin bi dawî bibe.
HDK'ê destnîşan kir ku der barê êrîşên li dijî HDP û gelê Kurd pêk hatine ti gav nehatine avêtin û kesên piştî hilbijartinê encam bi dest nexistin serî li pêşxistina kaosê didin. Di dawiya encamnameyê de wiha hat gotin: "Di vê pêvajoyê de ji zêdeyî 200 mirovan re nameya "wê bên kuştin" şandin. Serokê Yenî ÎHYA-DER'ê jî yek ji van kesên name ji wî re çûye. Ev jî nîşan dide ku dixwazin şerê navxweyî di nava me de zêde bikin. Hemû geşedanên ku di vê pêvajoyê de pêş ket, piştî daxuyaniya Serokkomar Tayyip Erdogan a di mîtîngan de got ‘Ez 400 wekîlan dixwazim’ pêk hat. Em weke HDK'ê bang li hemû gelan dikin ku li dijî plan û hewldanên avakirina kaosê hişyar bin û ji bo hêzên tarî bi ser nekevin têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê bêhtir xurt bikin. Em bang li hemû rayedarên dewletê dikin ku peywira xwe rast pêk bînin û ji bo rê li pêş van alozî û kaosan bigirin bên ser karê xwe yê esasî. Em dixwazin êdî ev daxwaza pêşxistina kaosê bi dawî bibe û welat dîsa vegere rewşa asayîbûna xwe."