HDK: Bi ronahiya 15-16'ê Hezîranê em ê têkoşîna kedê mezin bikin
Meclîsa Kedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi wesîleya salvegera Berxwedana Karkeran a 15-16'ê Hezîranê ya dîrokî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wateya dîrokî û rojane ya berxwedana karkeran a 15-16'ê Hezîranê hînê dewam dike û ev xal hat destnîşankirin:
'MAFÊN XWE BI HÊZA XWE WERGIRTIN'
"Berxwedana 15-16'ê Hezîranê, li hemberî hewldana afirandina tevgera sendîkayî ya di bin kontrola sermaye û dewletê de, serhildanek ji bo mafê azadiya hilbijartina sendîkayê ye. Gelek ji karkerên 2 rojan di grevê de bûn, cara yekê berxwedana li kolanê dîtin, cara yekê li zexta dewletê rast hatin. Piştî ku bi sed hezaran karker ji sedan febrîqeyan daketin kolanan û bend derbas kirin 'Tirkiye hejiya bû' û pêşî li du qanûnên antî demokratîk ên ji Meclîsê derbas bûbûn girtibûn. Bi vî rengî mafê xwe yê rêxistinbûyînê, bi hêza xwe wergirtibûn.
Di roja îro de çîna karker, li hemberî rêxistinbûyînên sendîkayî yên di bin kontral sermaye û dewletê de, têkoşîna xwe xurt dikin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê hemû bendên li pêşiya azadiya rêxistinbûyînê ji holê werin rakirin û hat destnîşankirin ku mîna hilweşandina benda ji sedî dehan a hilbijartinên 7'ê Hezîranê, kedkar û karker wê niha jî bendên li pêşiya sendîkayî hilweşînin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Karker, kedkar û bindestên di 15-16'ê Hezîrana 1970'î de bendên polîsan û di 7'ê Hezîrana 2015'an de benda hilbijartinê hilweşandin, wê afirînerên cîhaneke lê were jiyîn bin."