HBDH: Her der divê bibe çepera berxwedanê

HBDH'ê li hemberî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê daxuyanî da û got, "Divê gelê me her derê bike çepera berxwedanê. Roj roja hesabpirsîna ji faşîzmê ye."

DAXUYANIYA LI DIJÎ DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek weşand û got, "Piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê, ku faşîzma AKP-MHP'ê derbeke giran xwar, êriş bênavber dewam dikin. Li eniya faşîzmê tiştek neguheriye. Bi rengekî şênber zexta faşîzmê û zilm dewam dike. Faşîzma AKP-MHP'ê bi gotina 'normalbûn'ê hewl dide polîtîkayên xwe yên desteserkirin û şer rewa bike."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Serhildana Wanê, herikîna gelan li qadên Newrozê û 1'ê Gulanê, berxwedana li zindanan nîşaneya wê yekê ye ku gelên Tirkiye û Kurdistanê li hemberî êrişên desthilatdariya faşîst serî natewîne.

Şertê yekane yê têkbirina faşîzmê daketina qadan û hesabpirsîna ji faşîzmê ye. Berxwedana Wanê mînaka vê ye. Serhildana Wanê ku li dijî desteserkirina maf hate kirin û destketî afirand, nîşan dide ku îro li Colemêrgê divê çi bê kirin."

HBDH'ê diyar kir ku faşîzma her gavê dest datîne ser îradeya gel, îro jî li Colemêrgê heman tiştî dixwaze bike û got, "Ya ku li dijî vê divê were kirin diyar e. Divê gelê me her derê bike çepera berxwedanê. Roj roja daketina li qadan e, roja hesabpirsîna ji faşîzmê ye.

Em bang li milîsên HBDH'ê dikin ku li ser vê bingehê çalakiyên hesabpirsîna ji faşîzmê zêde bikin."