HBDH: Faşîzm wê careke din têkçûnê tam bike

Komîteya Rêveber a HBDH'ê li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da û got, " Wê faşîzm careke din têkçûnê tam bike, şerê şoreşgerî wê bi ser bikeve" û banga berxwedanê li gel kir.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên hikûmeta AKP-MHP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Êrîş wê weke hewldana dagirkeriyê ya li Garê bi encam bibe. Faşîzm wê careke din li hemberî hêzên şoreşger ên yekbûyî têkçûnê tam bike û gerîla wê careke din serketina xwe pîroz bike."

HBDH'ê di dawiyê de ev bang li gel kir, "Banga me ji gelê me re ew e ku bi her tiştên xwe ve hêzê bidin hêzên yekbûyî yên şoreşger. Roj roja rêxistinbûna li dijî faşîzmê û hesabpirsîna ji faşîzmê ye” û got, “Divê em vî agirî veguhazînin nava qesrê û ocaxa kesên ku xwe di ewlehiyê de dibînin.”