HBDH: Em ê li bîranîna Orhan Yilmazkaya xwedî derkevin, şoreşê pêk bînin

HBDH'ê Orhan Yilmazkaya bi bîr anî û diyar kir ku wê xwedî li bîranînên wî derkevin û şoreşê pêk bînin.

Komîteya Rêveber a HBDH'ê Orhan Yilmazkaya bi wesîleya salvegera şehadeta Orhan Yilmazkaya daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "27'ê Nîsana 2009'an Orhan Yilmazkaya li Bostanciyê bi berxwedaneke bi heybet tevlî karwanê nemiran bû. Wê rojê ji televîzyonan, ji radyoyan navê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakayayan ji aliyê Orhan Yilmazkaya ve careke din hate bibîranîn. Berxwedana Bostanciyê xwe gihand rûmeta bûyîna parçeyek ji nifşê şoreşgeriyeke tevgera şoreşger a Tirkiyeyê ku teslîm nabe û mohra xwe li dîrokê xist."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Orhan Yilmazkaya rê danî ber milîtanên şoreşger ên ciwan û kevneşopiya teslîmnebûnê hînî wan kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Têkoşîna şoreşa yekbûyî îro li Tirkiye û Kurdistanê bi pêş dikeve û li dijî her cûre êrişên dijmin xwe ji nû ve bi rêxistin dike. Di vê têkoşîna rêxistinî de mîrateya şoreşgerî ya Orhan Yilmazkaya rê nîşanî me dide."

'EM Ê XWEDÎ LI BÎRANÎNA WÎ DERKEVIN, ŞOREŞÊ PÊK BÎNIN'

Bi navê Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan di daxuyaniyê de Orhan Yilmazkaya bi rêzdarî hate bîranîn û hate ragihandin ku pêkanîna şoreşa Tirkiyeyê ku daxwaza wî bû, wê bibe xwedîderketina herî xurt a li bîranîna Orhan Yilmazkaya.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li ser vê bingehê em ê bi biryardariya hevrê Orhan erk û wezîfeyên xwe bi cih bînin."