HBDH'ê li 4 bajaran salvegera damezrandina PKK'ê silav kir

Milîsên Sînan Dersim ên HDBH'ê êvara 27'ê Mijdarê ji bo pîrozkirina salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê li 4 bajaran çalakî lidar xistin.

Milîsên Sînan Dersim ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) têkildarî çalakiyan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku êvara 27'ê Mijdarê ji bo pîrozkirina salvegera damezrandina PKK'ê ya 44'an ew daketin qad û kolanan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di demeke wiha de li gel zext û terora dewleta faşîst, me çalakiyên bi fîşekên hewayî lidar xist. Li kolanên Mersîn, Stenbol, Wan û Amedê, me navê nemirên xwe yên têkoşîna azadiyê bilind kirin. Di axaftinên me yên ajîtasyonê de yên ji bo gelê me de, me azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmên xwe qîr kir, me girîngiya azadiya wî ya di rêya rizgariya gelan de vegot."