HBDH’ê çalakiya li Îzmîrê li xwe girt

Milîsên Tolhildanê yên Mahsûn Korkmaz ên HBDH’ê li Îzmîrê li dijî fabrîkeyeke konteynir û depoya avê çalakiyek li dar xistin. Milîsan bang li ciwanan kirin ku dem dema têkbirina faşîzma AKP û MHP’ê ye.

Milîsên Tolhildanê yên Mahsûn Korkmaz ên HBDH’ê diyar kirin ku wan li Îzmîrê çalakiyek li dar xistine.

Di daxuyaniya wan de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 12’ê Tebaxa 2019’an de li navçeya Bornova ya Îzmîrê me çalakiyek li dijî fabrîkeya konteynir û depoya avê li dar xistine. Konteynirên li fabrîkeyê hatine îmhakirin.

Ev fabrîke ji hêzên artêşa Tirk a dagirker re konteynir û depoyên avê çêdikin. Kesên ku ji ser êş û dagirkeriya vî gelî pereyan qezenc dikin û lojîstîkê ji vî şerî re amade dikin wê berdêla wê bidin. Yên ku ji şerê qirêj zikê xwe têr dikin wê rastiya şer bibînin.

Vê çalakiya me ji bo bibîranîna gerîlayên pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an hatiye kirin. Di Pêngava 15’ê Tebaxê de giyanê berxwedêrên sala 71’an, Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya heye. Pêngava gerîlayan a di 15’ê Tebaxê de xeta têkoşîna yekgirtî ya gelan e.

Em pêngava gerîlayan a di 15’ê Tebaxê de silav dikin û xeta wê ya têkoşînê wekî xeta xwe qebûl dikin. Niha dema vî tiştî ku divê em têkoşîna azadiyê geş bikin û faşîzma AKP û MHP’ê hilweşînin. Bi cesaret, bawerî û biryardariya pêngava 15’ê Tebaxê wê têkoşîna şoreşa yekgirtî ya gelan bi ser bikeve.

Em bang li hemû ciwanên Tirkiye û Kurdistanê dikin. Bi van çalakiyên me re rêya rizgariya ji faşîzmê hatiye vekirin. Hêza xeta têkoşîna yekgirtî faşîzma AKP û MHP’ê wê hilweşîne. Hûn li ku derê bin û çend kes bin, li dijî saziyên faşîst şer bikin, li dibistan û taxên xwe nehêlin ew bi aramî razên.”