Girtiyên PKK’yî û PAJK’î: Em şopdarê xeta Egîd in

Bi wesîleya 15’ê Tebaxê Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK’yî û PAJK’î ku li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê dimînin daxuyaniyek da û got duh jî û îro jî li dijî hemû gavên faşîzmê ew şopdarên xeta Egîd in.

Li ser navê girtiyên PKK’ê û PAJK’ê yên li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê Denîz Kaya, ji bo salvegera 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da. Kaya di peyamê de got rejîmên faşîst û qirker ku ji dîrokê ve tim zext û mêtingeriyê meşrû dibînin, li gorî şertên serdemê xwe nû dikin û li ber jiyana azad û demokratîk a gelan dibine asteng.

Kaya got ya ku tê duhartin ne tenê hişmendî, tenê şert in û ji bo ku mirov di hemû pratîkên rejîma faşîst de bibîne mirov ne hewce ye remildar be û got, ‘’Mirov dikare berdewamiya polîtîkayên zext û mêtingeriyê ya rejîma faşîst û qirker a van 200 salên dawî di desthilata berdest de bibîne. Faşîzma TC’ê ku hemû bêrengiyê meşru dibîne, çavnebariya xwe ya li jiyana azad a gelan bi rengekî pir kirêt nîşan dide.’’

 ‘15’Ê TEBAXÊ BÛ PÊNGAVA HEWCE YA BÛNEWERIYÊ Û JIYANA AZAD’

Kaya got bi darbeya leşkerî ya 1980’î aramnc ew bû ku şikandina vînê li zindanan bi ser bixin û got, ‘’Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an bi vîneke ji pola pêngav pûç kiriye û xetên îdeolojîk û rêxistinî bi berxwedaniyan kûr kiriye.

Di gaveke wiha de ku armanc ew bû her tişt were fetisandin û tarîtî were serdestkirin pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an bû gava hewce ya bûneweriyê û jiyana azad. Berxwedana 15’ê Tebaxê ya bi pêşengiya hevrê Egîd tarîtî çirandiye û bûye ew berxwedan ku gel di nav ronkahiyê de jiyana xwe bidomînin.’’

Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate gotin berxwedana 15’ê Tebaxê bûye pêngava ‘Êdî bes e’ û mîna ronkahiya ku rêya gelen ronî dike  berê xwe daye azadiyê. Kaya got, ‘’Em jî girtiyên PKK’yî û PAJK’î ku li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê ne, bi wesîleya salvegera 34’an a Pêngava 15’ê Tebaxê di serî de  Fermandar Egîd bi hurmet û minet bi bîr tînin, em diyar dikin ku şopdarên xeta Egîd in û roja berxwedan û vejînê li partiya me PKK’ê û PAJK’ê, li gelan, li hemû hevrêyan pîroz dikin.’’

LI DIJÎ TECRÎDÊ BERXWEDAN

Kaya di peyama xwe de bal kişande ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ‘’Em girtiyên PKK’yî û PAJK’î em tecrîda li ser Rêbertiya xwe weke tecrîda li ser heqîqetê dinirxînin û em bang li hemû parêzvanên heqîqetê dikin ku heqîqeta Rêbertiyê fêhm bikin û li dijî rejîma faşîst li ber xwe bidin.’’