Girtiyên PKK û PAJK‘ê: Pêngava destanî wê di her warî de bi ser bikeve

Girtiyên PKK û PAJK’ê: “Rastiya têkoşîna bi ruhê Apoyî, bi banga berxwedanê ya di zindanan de bilind bû. Di Pêngava 15’ê Tebaxê de di mêjî û dilan de deng da û di nav baxçeyên gelan de mîna stêrkek ku tim geş dibe wê cihê xwe biparêze.“

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya bi boneya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek nivîskî da. Kaya di daxuyaniyê de anî ziman ku pêngava destanî wê di her warî de bi ser bikeve.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Em salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ya Gerîla ya destanî di serî de Rêbertiya Gelan Rêber Apo, li mînakên ked û fedakariyê gerîla û gelê Kurd ê tevî zilm û êşa pê dane kişandin, qetilamên lê hatine kirin serî netewandiye û hemû mirovahiyê pîroz dikin. Di şexsê Egîd (Mahsûm Korkmaz) ê Fermandarê Pêngava Vejînê ya Destanî de em hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê yên cîhanê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û cardin soz didin ku em ê xeyalên wan di xeta serkeftinê de bigihînin armancê.

Gelê Kurd ê bi hezaran salan e li Mezopotamyayê dijî, di tu pêvajoyeke dîrokî de, ji ber polîtîkayên îmha û înkarê yên Şaristaniya Dewletparêz a Nûjen hêza sepîner ên Pergala Modernîteya Kapîtalîst in; ji cih û warê xwe nebûne, di serî de înkar û îmhaya hebûnê, hemû nirxên madî û menewî yên wî nehatine dizîn û desteser kirin. Pêngava 15’ê Tebaxê, dîrokeke mezin a serhildan û berxwedanê ya li dijî vê bêdengiya cewherê xwe ji heqîqeta civakî digire; tevî jin û mêran, xistina li hev û din a per û baskan ji nû ve ya gelekî ye. Rastiye gerîlatiyê ya di şexsê Fermandar Egîd de bi rê ve diçe, heqîqeta dîrokî ya gelekî ji nû ve aniye ser ziman û di rûpelên bi rûmet ên dîrokê daye nivîsandin. Pêngava 15’ê Tebaxê, rastiya gelê Kurd a li welatê xwe Kurdistanê di tora qetilameke kûr a bi fizîkî û çandî de bû, kir ku cardin bijî û rêya serfiraziyê ya wî diyar kir.

DENGÊ HEQÎQETÊ YÊ JI ZINDANAN BILIND DIBÛ DA BIHÎSTIN

Dewleta Tirk a mêtinger, faşîst a li ser înkar û îmhakirina gelê Kurd û hemû aliyên şoreşger-sosyalîst û demokratîk ava bûye, dît ku bi sedan ji polîtîkayên xwe înkar û îmhayê ku bi sedan sal in lê dewam dike tu encamê nagire, derbe leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yê kir.

Armanca bi derbeyê, tunekirina dînamîka berxwedêr, serhildêr û têkoşer a gelê Kurd, hemû aliyên şoreşger, sosyalîst û demokratîk bû. Bi qasê ku qetilamên fizîkî û çandî yên ji der ve tên kirin, li zindanan jî hat kirin. Şoreşger û demokrat xistin zindanan, bi rêbazên êşkenceyê yên nedîtî ew seqet kirin, mehkûmê îdamê kirin ku îradeyê wan bişikînin ku dev ji bawerî û biryardariya Avakirina Civaka Azad berdin. Li dijî êşkence û zext û rêbazên nemirovî yên dewleta Tirk a qirker ên di zindanan de, girtiyên parastina mirovahiya azad biryara Şerê Rûmetê dan, bi helwesta xwe ya bi vîneke mezin, li ber rabûn û ruhê xwe teslîmê zext û zilmên Şaristaniya Dewletparêz nekirin. Hevîrê Pêngava Destanî ya 15’ê Tebaxê, tê wê wateyê ku bi heqîqeteke bi vî ruhî hatiye sitirîn.

Şerê Rûmetê yê bi pêşengiya gelek ciwanên bi rûmet ên mîna Mazlûm, Çar, Xeyrî û Kemal, bû hîme bingehîn destpêkirina 15’ê Tebaxê Pêngava Vejînê. Têkoşîna heqîqetê ya di zindanan de dest pê kir, bi Pêngava Gerîla ya 15’ê li derve jî deng da û bi civakê re bû yek û kir ku pêvajoya vejîna dîrokî ya wê bi pêş de biçe. Heqîqeta dîroka ya di zindanan de li ber xwe da, di 15’ê Tebaxê de wergeriya vejîna diyarkirina çarenûsê. Rêber Apo, bi girêdayîbûyîna hevrêyên di zindanan de têdikoşin, ji bo pêkanîna fikira avakirina Civaka Azad, Pêngava 15’ê Tebaxê wek erkeke ku nebe nabe diyar kiriye. Bi pêngava gerîla ya wê bihata destpêkirin wê li mêtingeran bihata xistin, çembera tirsê ketibû nav ruhê civakê bihata şikandin û wê li meşa azadiyê ya hebûnê bi biryardarî û çalakiyên mezintir bihata dewamkirin. Dengê heqîqetê yê ji zindanan bilind dibû, wê bi Pêngava Gerîla ya 15’ê û bi guleya xwe ya ewil a li Dihê û Şemzînanê bida bihîstin. Heqîqeta dîrokî ya bi çi kedê li guleyê hatiye neqişandin, bi qasê ku derbeyeke kujende li dijmin dihat xistin, wê li neçarî û tirsa ketibû ruh û mêjiyê gelê Kurd jî bihata xistin. Fermandarên mezin, Egîd û Bedranan Pêngava 1984’an kir û pê re bûn sedema destpêkirina pêvajoyeyeke nû ya dîrokî.

PÊNGAVA GERÎLA LI ZAP, METÎNA Û AVAŞÎNÊ DEWAM DIKE

Pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî, ne bi tenê çalakiyeke leşkerî lê destpêka şoreşa heqîqetê ye ku rê li ber çêbûna mirov û civakeke nû vekir. Nîşan da ku divê rastiya kes û civakeke ji bo hebûn û pêşeroja xwe li dijî neçarî, qederparêzî, bêîradeyî, nebûn û bêhêzbûyîn têdikoşe û şer dike çawa be. Hem kir ku gelekî navê wî ji dîrokê hatiye birin cardin vebijî hem jî vejîna jinê ya ji dika bi berxwedêrî, civakî û heqîqetê barkirî hatibû derxistin, pêk anî. Bi têkoşîna gerîlayê jin, hem têkoşîna ji bo rastiya gelê xwe di kesayeta xwe de hem jî nîşandana hêza cewherî ya jinan ku çiqas e, bandor li civakên din jî kiriye û têkoşîn gerîla ya di bi PKK’e re geş bû, ew veguherand tevgereke cîhanî. Gerdûnîbûyîna bi nav PKK’ê de bi pêş de çû, di asta cîhanî de ji demokrat, şoreşger, sosyalîst, femînîst û hemû mirovên ji bo mirovahiyê têdikoşin re bû moral û careke din bi şênberî nîşan da ku rastiya bi heqîqeta civakî re şer bike, têbikoşe bi xwe re pêvajoyên şoreşê yên bi çi awayî tîne.

Li Rojava ya ku Rêber Apo, 20 salan ked da fedakarî kir û lê têkoşiya, niha gel, bi hêza xwe, bi rastiya xwe ya cewherî dijîn û bi hev re têdikoşin. Ev heqîqeta bi pêşengiya jinan bi rê ve diçe, di sedsala 21’emîn de mohra xwe li dîrokê xist û ket rojeva cîhanê. Êrîşên li dijî vê heqîqetê, hewildana têkbirin û desteserkirina wê bi rastiya xwe re têkildar e. Ev rastî, israr û têkoşîna ji bo hebûna xwe ye. Heqîqeta ku xwestin di zindanê de dest bidin ser, israr û têkoşîna ji bo hebûna xwe bû. Heqîqeta ku Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Alî, Çaran û hêj gelek egîdên bi xwe şîn kirin ev bû. 15’ê Tebaxê, parastina bêeman a vê rastiyê bi têkoşîna gerîla girt ser xwe û di serî de Kurdistan, bi nirxên leşkerî, siyasî, civakî, çandî ev bi xwecihiya gelê Kurd û di asta cîhanî de bi tevgerên civakî û gelên berxwedêr da naskirin. Pêngava Gerîla ya 38 sal bi ser dikevin û dikeve sala xwe 39’emîn, çawa ku bi Pêngava 1984’an li mêtingeran xist niha jî di xeta Metîna, Avaşîn û Zapê de, li dijî mêtingerî û dagirkeriyê bi ruh û baweriya ku ji Pêngava 1984’an girtiye li ber xwe dide û rê li ber avabûyîna jiyana azad vedike. 

DI NAV BAXÇEYÊ BERXWEDANÊ DE STÊRKEK E KU TIM BILIND DIBE

Girtina di Îmraliyê de ya Rêber Apo yê kir ku ev rastî hemû biqewimin û gelê Kurd ji çembera mirinê derbasê meşa vejînê û jiyana azad bibe ji wê boneyê ye. Lewma, Komploya Navneteweyî, ne bi tenê Rêber Apo û gelê Kurd lê li hemû mirovahiyê hatiye kirin. Bandora bi herêmî û navneteweyî ya ‘Pêngava DEM DEMA AZADIYÊ YE’ ya ji bo pêkanîna azadiya bi fizîkî Rêber Apo re, kir, nîşaneyê wê yekê ye ku bersiveke dîrokî ya çawa ji bo komployê hatiye dayîn. Gel, êdî qebûl nake ku Rêber Apo di bin pergala hovane ya Îmraliyê de girtî bê hiştin û vê yekê bertek û çalakiyên xwe nîşan didin. Rêber Apo jî bi berxwedana xwe bêhempa ya li Îmraliyê ne bi tenê ji bo gelê Kurd lê ji bo hemû mirovahiyê dibe hêvî.

Pergala tecrid û êşkenceya li Îmraliyê tê meşandin, nirxên mirovahiyê deynin aliyekî nahêlin qanûnên AÎHM’ê ku dewletan girê dide pêk bînin û ev jî di asta kurewî de rastiya dewleta hov-derewkar radixe ber çavan. Rêber Apo bi Manîfestoya Civaka Demokratîk li dijî hemû cure êşkenceya li Îmraliyê li wî hate kirin sîstema dewleta xwînmij-zalim çareser kir, hem jî li hemberî vê yekê Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk, Azadiya Jinê afirand.

Rastiya têkoşîna bi ruhê Apoyî ya di çarçoveya leşkerî, siyasî, aborî, civakî, çandî û felsefî de bi rê ve diçe, di zindanan de bi banga berxwedanê, bi Pêngava 15’ê Tebaxê di mêjîyê û dilan de deng bide û di sedsala 21’emîn de pêşengiya jinan bigihîje serkeftinê û di nav baxçeyê berxwedanê yê gelan de mîna stêrkêke ku bilind dibe cihê xwe biparêze.

Em weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê em bi baweriya xwe ya herheyî destana Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku di sedsala 20’an de bi tîpên zêrîn mohra xwe li serdem û dîroka sedsala 20’an xistiye, Cejna Vejînê li Rêber Apo, Şehîdên Azadiyê, li gelê Kurd pîroz dikin. Di sedsala 21’an de jî wê serketinê bi dest bixin. Em di serî de li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin û bang li hemû derdorên şoreşger, sosyalîst û demokratîk dikin ku têkoşînê hîn mezintir bikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku van nirxên mezin ava kiriye têbikoşin."