Girtiyên li Xarpêtê: Ev 2 roj in êşkenceyê li me dikin!

Girtiyên li Xarpêtê xwe gihandin malbatên xwe û diyar kirin ku êşkence li wan tê kirin. Malbatan jî banga bihistyariyê kirin.

Li Girtîgeha Jimara 2 a Xerpêtê girtiyan xwe gihandin malbatên xwe û ragihandin ku ev 2 roj in êşkence li wan tê kirin. Xizmê girtiyekê ev tişt gotin; “Hevjîna min Y.G li Girtîgeha Xarpêtê li telefonî min kir û ragihand ku êşkence li wan tê kirin. Di laşê wan de şopên êşkencê hene û wan naşînin revîrê. Dema ku hevjîna min ev tişt ji min re digot êrîş dewam dikir. Piştî wê yekser telefon qut bû. Bi awayekî keyfî bi ser qawûşan de digirin; lêgerînê dikin. Di dema hilbijartinê ya li ser lingan de jî zext li wan tê kirin, dema ku vê pêkanînê qebûl nekin jî êşkence li wan tê kirin.”

Malbatên girtiyan li dijî êşkenceyên li Girtîgeha Xarpêtê banga bihistyariyê kirin û daxwaz kirin ku ÎHD, rêxistinên civaka sivîl bikevin tevgerê.