Girtiyên li Bûrsayê li qewîşa vala li ser beton tên hiştin

Bavê Îdrîs Başaran ku girtiyekî nexweş e Mehmet Emîn Başaran got, kurê wî û hevalên wî yên li qewîşê ev 5 roj in li qewîşeke vala neçar tên hiştin ku li ser beton razên.

Li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê, gardiyanan destên girtiyên siyasî bi kelepçeyan ji pişt ve girê dan û li wan dan. Yek ji van girtiyan jî Îdrîs Başaran e ku nexweşê epîlepsî, dil û çolyak e. Bavê Başaran Mehmet Emîn Başaran got, kurê wî û hevalên kurê wî yên li qewîşê ev 5 roj in li qewîşeke vala neçar tên hiştin ku li ser beton razên.

Bav Başaran 16'ê Sibatê serdana kurê xwe kir û ji ANF'ê re qala rewşê kir. Baraşan got, kurê wî piştî ku ji ser hişê xwe çû jî bû hedefa êşkenceya gardiyanan û 12 saetan rengê destkelepçekirî li hucreya yek kesî hate hiştin. Başaran diyar kir ku eger tiştek bi serê kurê wî ve were wê Wezîrê Edaletê û rêveberiya girtîgehê berpirsyar be.

JI SER HIŞÊ XWE ÇÛBÛ, LÊ BI PIHÎNAN LÊ DAN Û DESTÊN WÎ JI PIŞT VE GIRÊ DAN

Rêveberiya girtîgehê îdîa kir ku girtî li ber serjimartinê rabûne, lewma li wan hatiye xistin. Lê belê bav Başaran got ku kurê wî jê re gotiye, gardiyanan hema ji ber xwe ve avêtine ser qewîşê û belasebep li wan dane.

Başaran got, "Dema ku gardiyanan avêtin ser qewîşa wan a ku 10 kes lê bûn, kurê min li aliyê jorê yê ranzayê raketîbû. Gardiyanan destpêkê êrîşî wî kirin. Ew ji ranzayê avêtin xwarê, tevî ku ji ser hişê xwe çûbû jî destên wî bi kelepçeyê girê dan û bi pihînan lê dan. Hevalên wî yên li qewîşê li ber vê rabûn û ji ber vê nerazîbûnê destên wan jî bi kelepçeyê girê dan û li wan dan."

12 SAETAN DESTGIRÊDAYÎ LI HUCREYA YEK KESÎ HIŞTIN

Başaran diyar kir ku gardiyanan piştre kurê wî bi erdê ve kişandine, xistine hucreya yek kesî û bi rengê destgirêdayî 12 saetan li hucreyê hatiye hiştin. Başaran got, "Dema ku min kurê xwe dît, destên wî werimî bû û dicirifî. Gelek cihên bedena wî werimî bûn û diêşiya."

Başaran anî ziman ku piştî vê êşkenceyê, gardiyanan kurê wî û 6 hevalên wî birin qewîşeke ku nivîn lê tine bûn û neçar hiştin ku 4 rojan li vê qewîşa vala li ser beton razên. Başaran diyar kir ku kurê wî û hevalên wî ji bo vegera li qewîşê 4 rojan ketin greva birçîbûnê, lê heta duh jî ev daxwaza wan bi cih nehate anîn.

HEM NAHÊLIN TEDAWÎ BIBE, HEM JÎ ÊŞKENCEYÊ LÊ DIKIN

Başaran ragihand ku kurê wî Îdrîs ku yek ji 9 zarokên wî ye, dema 16 salî bû emrê wî dirêj hate nîşandan û ji doza PKK'ê cezayê girtina heta bi hetayê lê hate birîn. Ji hingî ve 23 sal in wî li nava girtîgehan digerînin.

Başaran da xuyakirin ku ev 15 sal in gelek nexweşî li kurê wî der bûne û tevî krîza epîlepsî, nexweşiya rovî û mîdeyê, nexweçiya çolyak, her wiha sê caran ji dil anjiyo bûye.

Mehmet Emîn Başaran diyar kir ku kurê wî salek berê ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê sirgûnî Girtîgeha Balikesîrê, ji wir jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê hatiye kirin û êdî nayê dermankirin.

Başaran diyar kir ku tevî raporên hatine dyain jî, kurê wî birin nexweşxaneyê lê belê ji wesayita rîngê dernexistin û bêyî tedawî bikin vegerandin girtîgehê. Başaran got, "Dema li Kandirayê bû, kêm zêde tedawî dibû, lê li vê girtîgehê hem tedawî nakin hem jî êşkenceyê lê dikin. Gelo hê çi jê dixwazin? Ciwantiya Îdrîs jê giritn, ew nexweş xistin, gelo niha jî dixwazin ku bimire?"

Mehmet Emîn Başaran serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da, ji parlamenterên HDP û CHP'ê re qala rewşê kir û anî ziman ku ew ji ewlekariya jiyana kurê xwe bi fikar e.

Başaran destnîşan kir ku eger tiştek bi serê kurê wî ve bê wê Wezareta Edaletê û Rêveberiya Girtîgehê berpirsyar be û bang li raya giştî kir.