Girtiyê di greva birçîbûnê de hate sirgunkirin

Girtiyê bi navê Mûhammed Fadil Kamiş ê ku li Girtîgeha Dûmlûyê di greva birçîbûnê de bû, sirgunî Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Xarpêtê hate kirin.

Girtiyê bi navê Mûhammed Fadil Kamiş ê ku li Girtîgeha Dûmlûyê li dijî kirinên kêfî yên rêveberiya girtîgehê ketibû greva birçîbûnê, sirgunî Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Xarpêtê hate kirin.

Li gorî agahiyên ku ji malbata Kamiş hate stendin, rêveberiya girtîgehê bi Kamiş re rûniştiye û gef lê xwariye ku bila çalakiya xwe biqedîne. Hate diyarkirin ji ber ku Kamiş greva birçîbûnê domandiye berê ew xistine odeya bi sînger û piştre di destê sibehê de ew sirgunî Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Nimreya 2’an a Xarpêtê kirine.