Girtiyê 72 salî yê ku krîza dil derbas kir, ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin

Hat ragihandin ku girtiyê 72 salî Mehmet Emîn Çam ê krîza dil derbas kir, ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin.

GIRTIYÊ NEXWEŞ MEHMET EMÎN ÇAM

Girtiyê bi navê Mehmet Emîn Çam ê 72 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Beşîrî ya Êlihê tê ragirtin, krîza dil derbas kiribû û rakiribûn Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê. Çam, li nexweşxaneyê anjiyo bû û hat zanîn ku ji beşa çavdêriya awarte hatiye derxistin. Hat diyarkirin ku tedawiya Çam a li nexweşxaneyê didome.

Malbata Çam ji bo hevdîtinê serlêdan kir lê bi hinceta “divê em destûrê bigirin” destûr nehat dayîn. Hat zanîn ku malbat ji bo hevdîtinê sibe serî li dozgeriyê bide.