Girtina Kişanak, Anli û Ata li Londonê hate şermezarkirin
Girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata û zextên li çapemeniya azad, li paytexta Îngilîstan Londonê ji aliyê bi sedan kesî ve hatin şermerzarkirin.
ANF
LONDON
duşem, 31 kewçêrê 2016, 07:20
Kurdistanî û dostên wan duh êvarê li herêma Edmonton a Londonê li hev civiyan, hikûmeta AKP'ê hişyar kirin û xwestin êrîşên li ser nûnerên siyasî yên gelê Kurd derhal bên sekinandin.
Çalakî ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ve hat organîzekirin û Daymer, Gîk-Der û Dersîm-Derê piştgirî dan çalakiyê. Bi sedan kesên li Edmontonê li hev civiyan bi qîrîna dirûşmên "Dest nede vîna min" û "dest nede medya min" dest bi meşê kirin.
Piştî meşê girseya gel xwe gihand Seven Sîster'sê û li vir mîtîngek lidar xist. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal axivî. Akbal diyar kir, êrîşên gelekî mezin li gelê Kurd tên kirin û destnîşan kir, ku bi berxwedaneke topyekûn ev êrîş dikarin werin pûçkirin.
Akbal got, "Erdogan ê faşîst û çeteyên wî, ji bo desthilatdariya xwe bidomînin, hemû derfetên dewletê seferber dikin û êrîşî gelê Kurd dikin. Dengê hemû mûxalîfan hatiye birîn, nûnerên siyasî yên gelê Kurd tên girtin. Erdogan li pey mezinkirina kaosa li Rojhilata Navîn digere. Êrîşî vîna jiyaan bi hev re ya gelan dike û bi vî awayî dîroka faşîzmê ji nû ve dinivîsîne. Lê belê divê baş zanibin, ku çi dikin bila bikin wê nikaribin serî li gelê Kurd bidin tewandin. Têkoşîna me wê mezintir bibe û bidome."
Akbal di dawiya axaftina xwe de banga mezinkirina têkoşînê kir û ji hikûmeta Brîtanyayê xwest, li pêşberî van pêkanînên li derveyî mirovahiyê û hiqûqê, bes bêdeng bimîne.
Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanyayê Feyzûllah Canpolat peyivî û diyar kir, bi berxwedana hevpar a hemû mûxalîfan, êrîş dikarin bên pûçkirin.
Piştî axaftina li ser navê Komeleya Piştgiriyê ya Dersîmiyan hat kirin, çalakî qediya.