Hevserokê DBP’ê Yuksek, endamê Heyeta Îmraliyê Balûken û Alîkara Serokê Giştî yê ESP’ê Ok: Plana kaosê ya xwestin beriya hilbijartinê bikeve dewrê, niha dîsa dikin dewrê. Gel wê bi hêza xwe ya rêxistinkirî vê plana AKP’ê jî xera bike.
Gelê Amedê duh êvarê bi provokasyon û êrîşa hêzên kontrayê hat rû hev. Piştî kuştina Serokê ÎHYA-DER’ê Aytaç Baran, hêzên kontra yên çekdar daketin kolanan û bi ser komele, mal, qehwe û marketan de girtin û 3 welatparêz yên HDP’î qetil kirin. Rojnameger bi satoran birîndar kirin. Gel guh da banga DBP’ê û HDP’ê ya neyên provokasyonan.
Bajar niha bêdeng e. Lê di saet û rojên pêş de çi bibe ne diyar e.
Tiştên duh li Amedê hatin jiyîn tên çi wateyê? Provokasyon wê çawa bên astengkirin? Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek, endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken û Alîkara Serokê Giştî yê ESP’ê Fethiye Ok bersiv da van pirsan.
Nirxandina wan a hevpar a ji bo êrîşan: Plana wan a beriya hilbijartinê negirt, ji nû ve dikin dewrê.
YUKSEK: EV PLANA KAOSÊ YE
Yuksek ji bo êrîşên duh got: “Ev planeke kaosê ye. Ev plana ‘Ger hûn me li vî welatî bi tena serê xwe nekin desthilatdar wê rewşa welat wisa be’ ye. Ev hewldana provotîf a li dijî çewisandina serketina encamên hilbijartinê ya HDP’ê ye.”
Yuksek di berdewamiya axaftina xwe de got gel di sindoqan de peyama ‘em peymaneke nû ya civakî dixwazin’ daye partiyên siyasî û wiha pê de çû: “Hilbijartinan, tabloyeke ku dikare rola Meclîsa Damezrîner bilîze derxistin holê. Lê hinek kes dixwazin bi tena serê xwe hinek tiştan bikin. Em vê wek planên ku dixwazin pevçûna navxweyî derxînin, dinirxînin.”
PEVÇÛN FÊDEYÊ NADE KESÎ
Yuksek da zanîn ku ti fêdeya van pevçûnan ji gel re tine û wiha pê de çû: “Ji ber vê em dixwazin gelê me bi hestiyar tevbigere. Em, partiya me û gelê me wê wisa tevbigere. Ger hemû alî jî wisa tevbigerin wê pêşî li vê bê girtin. Divê ev ava qirêj zelal be. Êrîşkar wê derkevin holê. Ji bo vê divê ev av bê sekinandin. Armanca wan eve ku provakasyonan kur bikin. Armanca me eve ku em vê çareser bikin. Nêzîkatiya me jî vê nîşan dide.”
Yuksek bang kir û got: “Li Kurdistanê mafê her komeke siyasî ya xwe îfade bike heye. Lê bi çalakiyên wisa, bi komkujiyên wisa nabe. Gelê me vê qebûl nake. Gelê Amedê bi hestiyariyek mezin nêz dibe. Lê wan gelek didin zorê.”
WÊ HEMÛ LÎSTIK VALA DERKEVIN
Yuksek da xuyakirin ku encamên hilbijartinê ji bo gel bûye hêviyek mezin û wiha pê de çû: “Gel dixwaze jiyaneke demokratîk ava bike. Yên dixwazin vê kelecanê bişikînin hene. Lê wê ev lîstik hemû vala derkevin.Piştî her êrîşê em banga bêdengiyê dikin. Gel guh dide vê banga me. Emê sekna xwe wisa bidomînin. Civaka me jî me fêm dike. Ger ev sekn û nêzîkatiya me tinebûna, bi rastî jî wê welat bikeve kaosê. Em ji gel dixwazin ku bi vê perspektîfê tevbigere. Gelê me dizane ku em bi kîjan armanc û niyetê vê dikin. kî dibe bila bibe em naxwazin kes jiyana xwe ji dest bide. Jiyana mirovan ji bo me bi nirxe.”
Yuksek got pevçûna navxweyî fêdeyê nade ti kesî û got bila ev helwesta wan neyê binpêkirin.
BALÛKEN:DIBE KU MEKANÎKA DARBEYÊ KETIBE DEWRÊ
Parlamenterê Amedê û endamê heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken jî got: “Yên ku bombe di mîtînga Amedê de teqandin, yên Serokê ÎHYA-DER’ê kuştine. Dixwazin pêşî li serketina HDP’ê bigirin. AKP ya ku roja hilbijartin winda kir, xwe hawira kaosê li kolanên Tirkiyeyê amade dike.
Balûken bal kişand ser geşedanên duh û got dibe ku di bin agahiya AKP’ê de mekanîkek darbeyê ketibe dewrê. Baluken bi lêv kir ku duh ji nûve li kolanên Amedê hêzên leşkerî hatine bicih kirin û wiha berdewam kir: “Ev ne tesadufî ye. AKP dixwaze hawireke darbeyê biafirîne û xwe bike pozîsyona parêzvan. Îhtîmala duyem jî dibe ku têkildarî nîqaşên koalîsyonê de be. AKP dixwaze li herêmê kolanan terorîze bike û bandora MHP’ê bişîkine. Qestî, îhmal û kêmasiyên mezin yên polîs û Walîtiya Amedê hene. Bajar seranserê rojê ji aliyê çeteyên paramîlîter ve hatibû girtin. Gelê Amedê bi hestiyariyek mezin tevgeriya. Di rojên pêş saetên pêş de dikare provakasyonên bi xwîn bikevin dewrê. Berpisrê mirin û bûyerna hikûmeta AKP’ê ye.”
OK: GELÊ ME WÊ VALA DERXÎNE
Fethiye Ok jî da zanîn ku hemû êrîşên AKP’ê vala hatine derxistin û bi lêv kir ku bindeste li dora îradey xwe bûne xelek.
Ok da xuyakirin ku êrîşên beriya hilbijartinê bi saya hêza rêxistinkirî ya gelan negihiştiye armanca xwe û got êrîşa duh jî berdewama heman planê ye û êrîşa Hîzbulkontra ye.
Ok destnîşan kir ku gelan AKP di sindoqan de veşartiye û wiha berdewam kir: “AKP li dijî vê îradeya gel kontr-gerîlayên xwe xistiye dewrê. Dibêje; we ez hilnebijartim, wê kolanên we wisa bin. Lê gelê me wê van xebatên kontragerîla yên AKP’ê vala derxîne.”