Ferzkirina sîxûriyê ya li ciwanên Cîzîrê bire Meclîsê
Parlamentera HDP’ê Aycan Îrmez ferzkirina sîxûriyê ya li ciwanên Cizîrê bire rojeva Meclîsê.
Parlamentera HDP’ê Aycan Îrmez ferzkirina sîxûriyê ya li ciwanên Cizîrê bire rojeva Meclîsê.
Parlamentera HDP’ê Aycan Îrmez derbarê ferzkirina sîxûriyê ya li ciwanên ku xizmên xwe li Cizîrê winda kirine pirsnameyek da Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim.
Îrmez di pirsnameyê de got, ‘’Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de derdikevin, li Cizîrê ya Şirnexê hêzên dewletê zorê li ciwanên Cizîrê dikin ku bibin sîxûr, li wan ciwanên ku di qedexeya derketina derve de xizmên wan hatine kuştin. Li têketa Cizîrê,li cihê kontrolkirina nasnameyan agahiyên nasname û têkilîdanînê ji ciwanan distînin, piştre jî polîsên ku xwe weke yên îstîxbaratê didin naskirin li ciwanan digerin û ji bo ku sîxûriyê ji wan re bikin gefê li wan dixwin.
Di van salên dawî de li bajarên Kurdan xebatên sîxûrkirinê zêde bûne.’’
‘LI BAJARÊ KURDAN JI BO SÎXÛRIYÊ ÇI QAS BÛDE WE VEQETANDIYE?’
Çend ji wan pirsên ku Îrmez ji bo ku Serokwezîrê Tirk Yildirim bibersivîne:
‘’Gelo rast e ku zext li ser wan ciwanan tê kirin ku bibin sîxûr, li ser wan ciwanên ku di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de xizmên xwe ji dest dane? Heke rast be bingehê vê rewşê yê yasayî û hiqûqî çiye?
Li Cizîrê kesên ku têne xwestin wan bikin sîxûr tê xwestin ku bi kîjan armancê werin peywirdarkirin.?
Kesên ku sîxûrtî li wan hatiye ferzkirin diyar dikin ku ew sîxûrtiyê bikin wê hem pereyan bidine wan û hem jî dozên li ser wan bixin. Ev îdîa rast e? Heke rast be, li bajarên Kurd, ji bo sîxûrkirinê çi qas bûdçe hatiye veqetandin? Kana vê bûdçeyê çiye?