Fehîme Poyraz: Ev doza gelê Kurd e

Fehîme Poyraz a ku dayika Denîz Poyraz e got “Ev bi tenê doza gelê Kurd û yên ku piştgiriyê didin gelê Kurd e.”

Ji bo rûniştina doza ku êrişî Rêxistina HDP’a Îzmîrê hatibû kirin û Denîz Poyraz lê hatibû qetilkirin bi sedan kes hatin Edliyeya Îzmîrê. Di rûniştina dozê de wê kujer Onûr Gencer were darizandin. Rûniştin divê saet di 10.00’an de dest pê bikira lê bi hinceta ku eywana rûniştinê ne amade ye, rûniştin nehatiye destpêkirin.

Fehîme Poyraz a ku dayika Denîz Poyraz e jî di nav de parlementer, nûnerên saziyên sivîl, sendîka û rêxistinên jinan li pêşiya eywana konferansê ne. Fehîme Poyraz diyar kir ku ew bi tenê nehatiye hiştin û spasiya piştgiran kir. Poyraz got “Ev doz ne bi tenê doza min e. Ev bi tenê doza gelê Kurd û yên ku piştgiriyê didin gelê Kurd e. Mala wan ava be, em bi tenê nehiştin. Em dizanin ku kujerê Denîz ne bi tenê ye, hinek kesan piştgirî dane wî, ew kes ji kujer xerabtir in. Ne bi tenê kujer, kesên berê wî dane wir jî divê werin cezakirin.”

Poyraz diyar kir Dayikên Aştiyê yên ku gelek bajaran hatine hêz dane wê û bang kir ku bila êdî tu kes nemire û aştî pêk were.