FEDA’yê êrîşa li ser Cemxaneyê şermezar kir

Polîsan bi ser Cemxaneya Armûtlûyê de girt, FEDA’yê ev serdegirtin şermezar kir.

Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) piştî ku Polîsan êrîş bire ser Mala Cemê ya li Kuçuk Armûtlû ya li Sariyer Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî da.


FEDA’yê girtina rêveberên Komeleya Çandê ya  Pîr Sûltan  Abdal a Erzîcanê ya beriya bi çend rojan bi bîr xist û bal kişande ser êrîşa li ser Cemxaneyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin heta ku şertên Rewşa Awarte bidomin wê şertên Rewşa Awarte hebin û domand, ‘’Em vê hişmendiyê ji Kerbela, Koçgirî, Dersimê ji Meraş, Çorûmê, ji Sûr û Cizîrê nas dikin.’’


 ‘KÊMKIRINENEKE MEZIN E’


Di daxuyaniyê de hate gotin bi jopan, bi şikandina deriyan ketina nav Cemxaneyê yek ji kêmkirina mezin a li civaka Elewî ye û bang li Elewî û derdorên demokratîk hate kirin ku li dijî zilmê têkoşîneke hevpar bidin û xwedî li Cemxaneyê derkevin.