FEDA’yê bang kir ku bi Qirkirina Dersîmê re hevrû bibin

FEDA’yê Qirkirina Dersîmê şermezar kir û banga hevrûbûna bi qirkirinê re kir.

Federasyona Elewiyên Demokratîk ên Ewropayê (FEDA) di salvegera Qirkirina Dersîmê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ‘’4’ê Gulana 1937’an bi biryareke ku ji Desteya Wezîran a Hikûmeta Tirk standî, Terteleya  (Qirkirin) Dersîmê hate pêk anîn. Em di salvegera 80’yî ya qirkirinê de miriyên bê kefen û bê gorn, bi hezaran sêwiyên ku hatin koçberkirin û keçên winda yên Dersîmê bi hurmet bi bîr tînin, em hişmendiya tarî, yekparêz, zordar a ku ev zordarî kiriye şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin nifşek bi qirkirinê bê dê û bav hatine hiştin û hate gotin: ‘’Bi qirkirinê dest li jiyana civakên Qizilbaş-Elewî danîn ku ev jiyana ne li gorî pergala dewletî ya heyî bû û armanc kirin ku vê şêwaza jiyanê û vê baweriyê tine bikin.’’

 ‘BILA LÊBORÎNÊ BIXWAZIN Û HEVRÛ BIBIN’

FEDA dawiyê wiha got:

‘’Em bang li dewleta TC’ê dikin ku ji bo Qirkirina Dersîmê lêborînê bixwazin, bi dîrokê re hevrû bibin û dibêjin; em ê ti qikirin, neheqiya ku di dîrokê de me dîtî ji bîr nekin.’’