FEDA: Şengal Kerbela vê serdemê ye

FEDA: Tevî komkujî û terora DAÎŞ'ê jî, civaka Êzidî li dijî zîhniyeta neheq a yekperest têdikoşe û ti carî dest ji hewldana xwe ya ji bo parastina nasnameya xwe qedîm bernedaye.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Ev zilma  ku li Şengalê li Kurdên Êzidî bi taybetî li jinan hate kirin, Kerbela vê serdemê ye."

FEDA'yê diyar kir ku qirkirina di sala 1915'an de hate kirin, komkujiya li Dersimê ya salên 1937-38'an hate kirin û qirkirina ku DAÎŞ'ê sala 2014'an kir, xeleka heman zincîrê ne, encama heman zîhniyetê ne.

Di daxuyaniya FEDA'yê de hate gotin, "Tevî komkujî û terora DAÎŞ'ê jî, civaka Êzidî li dijî zîhniyeta neheq a yekperest têdikoşe û ti carî dest ji hewldana xwe ya ji bo parastina nasnameya xwe qedîm bernedaye."

FEDA'yê ragihand, têkoşîna azadiyê ya civaka Êzidî û berxwedana mezin a hêzên xweparastinê yên bi pêşengiya jinên Kurd ên Êzidî dewam dike û bi bîr xist ku di encama vê têkoşînê de Şengal ji çeteyên DAÎŞ'ê hate paqijkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku berpirsyarê sereke yê trajiya li Şengalê zîhniyeta neheq ya yekperest e û bang li hemû şoreşger, demokrat, rewşenbîr û alîgirên mezlûman bi taybetî jinên Elewî hate kirin ku tevlî bîranînên Şengalê bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de komkujiya Şengalê, zilma li derveyî mirovahiyê ya ku li jinên Êzidî hatin kirin bi tundî hatin şermezarkirin hate gotin ku di têkoşîna dijî zîhniyeta neheq de ew bi civaka Êzidî re ne.