Faşîzma Erdogan li Afrîka Başûr hate şermezarkirin

Kurdistanî û dostên wan ên li paytext Cape Townê, li dijî faşîzma Erdogan daketin kolanan.

Girtina parlamenterên HDP'ê, girtina saziyên çapemeniya azad û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê carê li Afrîka Başûr hate şermezarkirin. Kurdistanî tevî dostên xwe daketin kolanan û nerazîbûn nîşanî Erdogan dan.

Çalakî li ber avahiya parlamentê ya li paytext Cape Townê pêk hat û ji aliyê Koma Xebatê ya Mafên Mirovan a Kurd ve hat organîzekirin. Siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, akademîsyen û xwendekarên ji Afrîka Başûr tevlî çalakiyê bûn. Parêzerê Nelson Mandela Essa Mossa ku di heman demê de Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Kurd e, cihê xwe di çalakiyê de girt.

Di çalakiyê de dowîzên bi nivîsa "Erdogan pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê têk bir", "Ocalan serbest berde" hatin hildan û polîtîkayên faşîzan ên AKP'ê hatin şermezarkirin. Çalakgeran diyar kirin, Erdogan bi dîlgirtina parlamenterên HDP'yî re pêkanînên xwe yên faşîzan derxistiye asta herî bilind û gotin, 'pêvajoya aştiyê' jî ji aliyê Erdogan ve hatiye têk birin.