ESP û ODP’ê piştgirî dan nameya Ocalan

ESP û ODP’ê piştgirî dan nameya Ocalan

Cigirê hevserokê ODP Alper Taş û seroka gitşî ya ESP Fîgen Yuksekdag diyar kirin ku, ew piştgiriyê didin nameya Ocalan û got peyama wî ji bo kedkar û karkeran gelek girînge. Yuksekdag û Taş dan zanîn ku, divê hikûmet êdî hatiye aste pêngava şênber û gotin : “AKP dikeve testa samîmiyetê.”

TAŞ: AKP’Ê NEDAYE, KURDAN Û DOSTÊN XWE QEZENC KIRIN

Cigirê hevserokê  Partiya Piştevanî û Azadiyê (ODP) Alper Taş diyar kir, nameya Ocalan destpêkeke nû îfade dike û da zanîn ku, ev destpêk hilberîna gelê Kurd û dostên wan yên ku bi salan têkoşîn daneye. Taş wiha got: “Gelê Kurd bi salane têkoşîna aştiyê didin meşandn. Me wekê dostên wan bi salan binê vê xêz kir. di demên ku şer hatin asta herî dijmar de jî ji vê tawîz nehati dayîn û gotin dê bi hevdîtin û muzakeran çareser bibe. Ji ber vê jî AKP ev wek xêra xwe nedaye kurdan; Kurdan û hêzên demokrasiyê qezenc kirin.”

Taş got, bi saya Ocalan ev pêvajo baş meşiya û got: “hêmayên di nameyê ji aliyê Ocalan ve bi salan hatin gotin.Di deme ku Erdogan got bila ‘çek bê danîn de’ Ocalan bersiva ‘dê siyaset dest pê bike, çek bê deng bin’ da.  Fikir û ramanên gelek berfireh yên tevgera siyasî ya Kurd heye. Gelo dê AKP çi bike, bernameyek çawa derxe holê, dê pratîkên çareseriyê derxe holê.

Di navbera salên 1999-2004’an de ku çek bê deng bibûn, dê vê pirsgirêkê bide jibîrkirin, an jî dê reforman pêk bîne? Emê vê bibînin, lê divê ne di wateya temaşekirinê de be.di nameya Ocalan de wek tê ifadekirin ji bo xizmeta pêvajoya demokratîk, dê bibe pêvajoya têkoşînê. Ji bo aştî mayîn de bibe di heman demê de wateya pêvajoya  têkoşînê ye.

YUKSEKDAG: GEL Û ÎRADEYA SIYASÎ YEK BÛ

Seroka gitşî ya ESP’ê Fîgen Yuksekdag got peyama Ocalan ne tenê bo kurdan û hemû gelên Tirkiyeyê bû hêvî.

Yuksekdag da zanîn ku, wan ji bo Newarozê îradeya yekitî û biryarê dîtiye û wiha got: “bi nameya ku Birêz Ocalan şandibû de Newrozê wateyeke dîrokî qezenc kir. ya duyemîn jî  gelekî bi hêzeke mezin îradeya xwe derxist holê û der barê çareseriyê de îradeya siyasî ya danîn holê bû.”

Yuksekdag wiha pê de çû: “Divê hemû gelê Tirkiyeyê li ser banga Ocalan kur bibin.  Ev bang di heman demê de banga ji bo gelana bo mafan têkoşîne. Ocalan gotibû, ev banga min bo berjewendiyên gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn û Anatolyayê ye.  di bangê de tê gotin ku hewcedarî bi ‘zemîna azadiyê heye’ û dê ev bang zemînî jî biafirîne. Ocalan bang li hemû gelên herêmê û bi taybet bang li hemû karker û kedkaran kiriye ku bibin yek û azad bibin. Xeleka herî girîng eve; Bi yekbuyînê azad bûn.”

AKP DIVÊ PÊNGAVÊN ERÊNÎ BAVÊJE

Yuksekdag diyar kir ku, îradeya siyasî ya kurd berpirsgiyariya xwe aniye cih û got bi salane gelê Kurd yek alî berpirsyarî girtiye ser xwe û got: “Niha îro AKP divê helwesta xwe zelal bike.  Her tim AKP bi helwesta xwe di taritiyê de maye. Divê dest ji vê berde. Daxwaz zelalin û li holê ne. yek ji van azadiya Ocalane. Statuya kurdane.  Perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Tê payîn ku AKP pêngavên şênber bavêje. AKP ala tirk vê carê dike hincet. Dixwaze vê carê bi vê xwe bixapîne.  Lê êdî gelê kurd nayê xapandin.”