Erbaş: Roj roja wê ye ku em werin cem hev

Dogan Erbaş ê HDP'yî got, ''Roj roja wê ye ku em werin cem hev''

Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya HDP'ê Dogan Erbaş derbarê kampanyaya ''Hevdîtian Demokrasiyê'' got hevdîtinên tematîk vedihewîne û diyar kir di qonaxa pêşî de wan bi wekîl, koma meclîsê, endamên LRN'ê re meşa xwe kirine, niha ew ê li ser şer, aştî, hejarî, kar, jin, ciwan û ekolojiyê biaxivin û bernameya têkoşînê ava bikin û bibêjin, ''em bi hev re biguherînin.''

Erbaş diyar kir ji roja ku HDP ava bûye û heta nih wan tim diyar kiriye ku li ser van xakan avakirina aştiyê çendî girîng e, bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, got, ''pergala tecrîdê ya girankirî didome. Israr li ser tecrîdê israra li ser şer e. Ji ber vê 1'ê Îlonê em ê mîtîngên aştî û çareseriyê çêbikin. Bi vî rengî em ê bernameya xwe ya têkoşînê ava temam bikin.''

Erbaş li ser mijara yekîtiya netewî ya Kurd jî got ew parçeyekî girîng ê vê xeatê ne, di xebatên xwe de, ku jê re qonaxa duyan dibêjin wê li Amedê daxuyanî bidin, bi partiyên Kurd re ku tifaqa hilbijartinê kiribûn werin gel hev. Erbaş her wiha xebatên li ser yekîtiya netewî ya li Rojava bi bîr xist û got di tişta ku dikeve ser wan ew ê bikin.

Erbaş bang li muxalefeta demokratîk a civakî kir ku li dora rêgezên hevpar bicivin û got, ''Roj ew roj e ku em werin cem hev û têkoşînê geş bikin. HDP li gel hemû kêmsiyan û têrnekirinan jî hewl dide ku vê bi cih bîne.''