Enqere di ber Yucel de bêdengiya Berlînê kirî?
Medyaya Elman bêdengiya hikûmeta Merkel a li bara êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê dide ber pirsan.
Medyaya Elman bêdengiya hikûmeta Merkel a li bara êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê dide ber pirsan.
Neue Osnabrücker Zeitung (NOZ) amaje pê kir ku di ber berdana Denîz Yucel de Enqere dibe ku ji Elmanya xwestibe ku li bara êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bêdeng bimîne.
Di nûçeyê de hate gotin: ‘’Tirkiye li ser xaka Sûriyê, li dijî Kurdên ku li wir dijî şer dike û xwe biheq dibîne. Ev li djî hiqûqa navnetewî ye. Seyr e ku hikûmeta Elman jî li dijî şepirzetiya partnerê xwe yê NATO’yê bêdeng dimîne. Gelo di ber berdana nûçegihan Denîz Yucel de hatiye xwestin ku Berlîn bêdeng bimîne?’’
Rojname dibêje ‘tenê gumana vê jî têrê dike û wiha rexne kir, ‘’Çavgirtina xwe ya ji bûyeran re jî destê yên li Enqerê xurt dike.’’
Rojname dibêje êrîşên li ser Efrînê dibe ku were rojeva NATO’yê: ‘’Di serfiraziya dijî DAÎŞ’ê de ya bi hevalbendiya Rojavayî, ji bo ku keda Kurdan jî tê de heye, ev rewşeke hetîketî ye. Ji bo erîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê û derdora wê, ji o rageşiya leşkerî ya bi bombekirina geştir bûyî divê ev were rojeva NATO’yê.’’
Rojnameya Darmstader Echo jî tanzêrên Elman yên dane Tirkiyê dide ber pirsan û bi rengekî ku texmîna wê neyê kirin talokeyeke mezin heye.
Şîroveya rojanameyê wiha ye:
‘’Di van aliyên vî şerî de ên zor û pir zor hene. Esad ê ku gaza jehrî bi kar aniye di koma duyê de ye. Erdogan jî di nav vê komê de ye ku bê şert û merc li dijî Kurdan şer dike û bi qasî serî derziyê jî nirxekî nade tifqa YPG’ê ya ku ji milîsên Kurd pêk hatî û DYA’yê, ku partnerê wê NATO’yê ye. Her wiha radîkalên Îranî jî di nav vê komê de ne ku bi xeyala avakirina dewleta xeyalî ya mezin a Şiî ne. Lihevkirina di navbera Îran û Israîlê de dibe ku her gav biteqe. Pûtîn ji bo Rûsyayê desthilatdariya Yekîtiya Sowyetan dixwaze. Bi kêmanî daxwaza Pûtîn ne bê mantiq e.’’
Rojname dibêje, ‘’Baş e, lê Elmanya?’’ û wiha didomîne: ‘’Divê lê bifikire ku tanzêrên ku dide endamê NATO’yê Tirkiyê li dijî Kurdan û muxalîfên Erdogan were bikaranîn. Talokeyeke mezin a şewatê heye. Lê raya giştî hê hay ji vê nîn e.’’