Endamên TTB’ê peyama têkoşînê dan

Bijîşkên Beşdar ên Demokratîk li ber Odeya Bijîjkan a Îzmîrê nobeta “Azadî ji bo mamosta Şebnem” a sêyemîn li dar xistin û peyama têkoşînê dan.

Bijîşkên Beşdar ên Demokratîk, li dijî girtina Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci, li ber Odeya Bijîjkan a Îzmîrê nobeta “Azadî ji bo mamosta Şebnem” a sêyemîn li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Azadî ji bo Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci” hat vekirin û dirûşmeyên “Mamosta Şebnem rûmeta me ye”, “TTB, bêdeng nebûye, wê bêdeng nemîne” û “Bila mamosta Şebnem bê berdan” hatin berzkirin.

Rêxistinên civakî yên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya çapemeniyê, ji aliyê endama TTB’ê Munevver Turkmen Kaynakçi ve hate xwendin.

Kaynakçi diyar kir ku gotin û kirinên TTB’ê dibe ku bên rexnekirin, lê eger ev rexne tenê li ser nirxên pîşeyî û mafên esas bin, wê watedar bin û got ku tu sûda wê ji bo bijîşkan nîn e. Kaynakçi wiha got: “Li welatekê ku serbixwebûna pîşeyî ya hekîmtiyê û xweseriya rêxistina pîşeyî tune tê hesibandin û Seroka TTB’ê bi talîmatên siyasî bê girtin, ewlehiya tu kesî nîn e. Lewma divê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci demildest bê berdan û zextên li ser TTB’ê bi dawî bibin. Yekîtiya Bijîjkên Tirk bê lê binihêre bê ka kî desthilatdar e wê ji bo bijîşkan têbikoşe.“