Endamên Ciwanên Azad bi meşaleyan meşiyan
Li bajarên Vîllîers-le-Bel, Evry û Creîl ên li dora paytexta Fransa Parîsê, li ser banga Ciwanên Azad û saziyên din ên Kurdan, 38. salvegera damezrandina PKK'ê hate silavkirin.

LI VÎLLÎERS-LE-BELÊ ÇALAKIYA CIWANÊN AZAD
Li Vîllîers-le-Bel, ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên 'terorê' were derxistin, bi pêşengiya Ciwanên Azad Parîsê meşek hate lidarxistin. Kurdistaniyên li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan, tevî alên PKK'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta ber gar a Vîllîers-le-Bel meşiyan. Di meşê de ciwanan dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Dîktator Erdogan" qîriyan.
CIWAN LI EVRY MEŞIYAN
Li bajarê Evry jî bi heman armancê meşek bi meşaleyan hate lidarxistin. Saet di 18:00 de Kurdistanî li ber avahiya Şaredariya Grîgnyê li hev civiyan û ber bi Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Evry ve meşiyan. Li pêşiya navendê daxuyaniyek hate dayîn û hat gotin, "Heta tecrîda li ser Rêberê me bê rakirin û dawî li polîtîkayên qirkirinê yên li dijî siyasetmedarên Kurd bê anîn, em ê li her cihî çalakiyan lidar bixin." Di dawiya çalakiyê de ji bo pîrozkirina 38. salvegera damezrandina PKK'ê fîşekên hewayî hatin teqandin.
CREÎL
Welatparêz, şoreşger, demokrat, alîgirên Atilim û pêkhateyên HDK'ê li ber gar a bajarê Creîlê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Piştî meşê li navenda bajêr mîtîngek hate lidarxistin û daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de biryara dadgeha Belçîkayê ya li ser PKK'ê weke mînak hat nîşandan û hat xwestin, ev biryar di hemû dozên li vî welatî de weke mînak bê dîtin. Çalakgeran dan xuyakirin, ku navê PKK'ê ne bi rengekî hiqûqî, bi biryareke siyasî li lîsteya 'rêxistinên terorê' hatiye bicihkirin. Çalakgeran bang li Yekîtiya Ewropayê kirin, ku derhal navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' derxîne. Mîtîng bi gerandina govendê û qîrîna dirûşman qediya.