Endamê PKK'ê, ku PDK'ê ew teslîmî Tirkiyeyê kir kî ye û li ku ye?

Doktor Aydin, beriya niha bi 14 mehan li Zaxoyê ji aliyê PDK'ê ve hate girtin. Îstîxbarata Tirk bi xwe tevlî îşkence û lêpirsîna wî bû.

Medya Tirk beriya niha bi çend rojan nûçegeheke manîpulatîf weşand, ku tê de îdîa kir, gerîlayekî bi nasnav Doktor Aydin li Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêza 'Bordo Berelîler-Kumik Sor' a artêşa Tirk ve 'hatiye girtin'.

Di detayên vê nûçeyê de, ku ji aliyê navendekê ve hatibû amadekirin (mîna her carê) û li hemû şebekeyên medyayê hatibû belavkirin, li ser dema 'girtin'ê û cihê niha lê tê girtin, ti agahî nehat dayîn. Tenê dihat gotin, ku 'hatiye lêpirsîn'.

Aliyê Tirk radigihîne, ku operasyona navborî li 'Bakurê Iraqê' yanî li Başûrê Kurdistanê hatiye kirin. Ji aliyê PDK'ê ve jî der barê van nûçeyan de ti daxuyanî nehat dayîn. Lê divê neyê jibîrkirin, ev nûçeya navborî demeke kurt beriya hevdîtina Nêçirvan Barzanî ya bi Erdogan re hate weşandin.

Daxuyaniya 4'ê Gulanê ya Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel û hin agahiyên gihîştin ber dest, ji bo fêhmkirina rewşê girîng in.

Belê, girtina gerîlayekî bi navê Doktor Aydin rast e. Lê belê ev mijara gotinê, rewşeke nû nîne. Beriya niha bi 14 mehan hatiye girtin. Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel de ev agahî hate dayîn:

Doktor Aydin, di Sibata 2016'an de ji ber bomberdûmana balafirên şe rên Tirk birîndar dibe. Wextekê li nexweşxaneya Duhokê ya di bin kontrola PDK'ê de ye, tê dermankirin. Rayedarên PDK'ê yên li Duhok û derdora wê, her wiha fermandarên pêşmergeyan Doktor Aydin nas dikin. Piştî wextekê, ji bo baştir bê dermankirin, dixwaze derbasî Rojava bibe. Bi wesayîteke sivîl, bi rengekî bêçek berê xwe dide Rojava. Li cihekî nêzî Zaxoyê ji aliyê rayedarên PDK'ê û Asayîşê ve tê binçavkirin û girtin.

Doktor Aydin di 28'ê Sibata 2016'an de tê girtin.

Di hevdîtinên navbera rayedarên PKK û PDK'ê de, mijara Doktor Aydin dikeve rojevê û tê xwestin, ku bê berdan. Aliyê PKK'ê hîn dibe bê Doktor Aydin li Duhokê li ku derê tê girtin. Doktor Aydin ji bo kiryarên PDK'ê şermezar bike dest bi çalakiya greva birçîbûnê dike. Tê gotin, ekîbek ji Tirkiyeyê çûye, tevlî lêpirsîna Doktor Aydin dibe.

Aliyê PKK'ê destnîşan dike, ku ew dixwazin vê mijarê bi diyalogê çareser bikin û vê agahiyê bi raya giştî re parve nake.

Lê belê tevî ku zêdeyî salek di ser re derbas dibe, PDK Doktor Aydin bernade. Tevî ku tê zanîn ew birîndar e û divê bê dermankirin, ev helwesta li hemberî wî nayê guhertin.

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel de, li ser teslîmkirin an jî teslîmnekirina Doktor Aydin ji bo Tirkiyeyê, ti agahî nîne. Lê belê tê gotin, 'Eger li holê xiyanet û nokerî tine be, divê derhal bê berdan'.

PDK'ê li ser nûçeyên di medya Tirk de hatin weşandin û daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel de ti daxuyanî nedaye.

Lê belê, li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, Doktor Aydin teslîmî hêzên Tirk hatiye kirin. Bi taybetî hêzên tarî û îstîxbarata Tirk ên Duhok û Zaxoyê weke biryargehên xwe bi kar tînin, îşkence li Doktor Aydin kirine û tevlî lêpirsîna wî bûne. Hê ne zelal e bê birine Tirkiyeyê yan jî nebirine.

Pirsên di vê mijarê de ji PDK'ê werin pirsîn ev in:

1- We çima gerîlayekî birîndar girtin?

2- We dizanîbûn ku kesê bi birîndarî girtine gerîlayê PKK'ê Doktor Aydin e. Di kîjan mijarê de we xwest bi PKK'ê re bazara vê bikin?

3- Di berdêla çi de we gerîlayê navborî yê zêdeyî salekê girtî bû radestî hêzên Tirk kirin? Eger we teslîm kiribin, hingî Doktor Aydin li ku ye? Eger dijî, li dadgehekê hatiye darizandin?

4- Agahiyên ne rast ên weke 'Berpirsyarê TAK'ê, ku li ser gerîla Doktor Aydin we dan meyda Tirk? Bi rêya vê yekê, we çi ji Enqereyê girtin?