Encamnameya Meclîsa Partiyê ya HDP’ê hat aşkerakirin

Meclîsa Partiyê ya HDP’ê ya ji bo nirxandina encamên hilbijartinê kom bû encamnameya civîna xwe aşkera kir.

Meclîsa Partiyê ya HDP’ê ya ji bo nirxandina encamên hilbijartinê kom bû, di encamnameya Meclîsa Partiyê ya HDP’ê de hat diyarkirin bi serketina HDP'ê re spekulasyonên AKP’ê yên weke, “Nûnerê polîtîk ê gelê Kurd em in ne HDP ye bi dawî bûye” û têkoşîna wekhevî, aştî û azadiyê ya gelê Kurd a 35 sal in didome adresa wê ya di parlamentoyê de HDP ye hatiye teyîdkirin. Di danezanê de hat diyarkirin ku bi HDP’ê re pêşiya “Jiyana Nû” hatiye vekirin û banga rakirina tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewamkirina “pêvajoya çareseriyê” hat kirin.

Meclîsa Partiyê ya HDP’ê ji bo nirxandina encamên hilbijartinê û hewldanên provokasyonan ên hewl tê dayîn li Kurdistanê bixin pratîkê 10’ê Hezîranê hatin gel hev, encamnameya civîna xwe aşkera kir. Di encamnameya bi 15 serenavan de hat diyarkirin ku di pêvajoyke krîtîk de, li hember benda ji sedî 10, êrîşên piralî, bombekirin, hewldanên komkujiya girseyî HDP’ya ket hilbijartinan 6 mîlyon deng wergirt û li gor Hilbijartinên Giştî yên 2011’an dengên xwe ji sedî 100 zêde kir. Di encamnameyê de hat gotin, “Di encama xebatên me yên hilbijartinê yên me bi heyecan û coşek mezin destpê kir, hêviya Tirkiyeyeke demokratîk, wekhev û azadîxwaz ji nû ve şîn bûye.”

XEYALÊN SEROKTIYÊ KET AVÊ, NIRXÊN MIROVATIYA MEZIN QEZENÇ KIR

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku serketina HDP’ê xeyalên Erdogan ên “pergala serroktiyê” bi dawî kiriye û wiha hat gotin, "AKP, bi asteke zêde de hêz winda kiriye û piştgiriya gel a bi tena bibe hikûmet negirtiye. Bi vî awayî desthilatdariya 13 salan a bi feraseta, ‘Ji hikmê wê pirs nayê kirin’ dihat meşandin bi dawî bûye, deriyên ‘Jiyana nû’ ya wê li ser nirxên, ‘Mirovatiya mezin’ bê avakiriin vebûne.”

Di encamnameyê de kesên di berxwedana Gezî û Kobanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.