Encamên destwerdana leşkerî wê giran be

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar da xuyakirin ku divê gefa "operasyona leşkerî" ya AKP li Rojava dixwe, cidî bê dîtin û got, "dikarin dînîtiyekê bikin."

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar da xuyakirin ku divê gefa "operasyona leşkerî" ya AKP li Rojava dixwe, cidî bê dîtin û got, "dikarin dînîtiyekê bikin." Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl jî destnîşan kir ku destwerdana leşkerî wê rê li ber "kaosê" veke. Togrûl ji bo Dîlokê jî hişyarî da û got, "dibe ku bibe Peşawer."

Serokkomar Erdogan "biryardariya xwe" ya ji bo operasyonê, bi gotin "Ji tevahiya cîhanê re dibêjim: Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê bi ti awayî destûrê nedin li bakurê Sûriyeyê, li başûrê Tirkiyeyê dewletek were avakirin" anî ziman. Piştî civîna MGK a pêr, ji 5. Tûgaya Tank a Zirxî ya li Dîlokê, zêdeyî 30 tank û maşînên zirxî tevî otobusa ji leşkeran, ber bi sînorê li navçeya Kîlîs Erbeyliyê ve hatin veguhastin.

Rêveberiya Amerîkayê bi gotina, "Li ber destê me hînê rastiyeke ser erdê nîne ku destekê bide planeke bi vî rengî" li dijî plana AKP'ê ya "herêma tampon" derket. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî destnîşan kir ku ew li dijî operasyona li derveyî sînor e û got, "Dijminê mirovahiyê yê jê re DAIŞ tê gotin, 2,5 salan cîranê Tirkiyeyê bû. Çeteyan li cem Tirkiyeyê serê mirovan jê kir, ew bi awayekî zindî şewitand. Tirkiye ji vê qet aciz nebû, lê belê piştî ku hêzên Kurdan ew navend ji kujerên DAIŞ'ê rizgar kirine, Tirkiye ji vê gelekî aciz bû. Ecêb e!"

TEVDEM û PYD'ê dan xuyakirin ku ew ê destwerdana leşkerî ya li Cerablûsê bi ti awayî qebûl nekin. Hevserokê PYD'ê Salih Muslum jî got, "Eger pêwîstî pê hebe em ê xwe biparêzin."

SANCAR: DIVÊ GEFA AKP'Ê LI BER ÇAVAN WERE GIRTIN

Di nava tabloyeke bi vî rengî de divê AKP cidî bê dîtin?

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê akademîsyen Mîthat Sancar bersiv da vê pirsê û got, "Belê divê cidî were dîtin. Ne rast e ku mirov bêjin blof û qet bala xwe nedinê. Dibe ku blofê dike, lê belê gelek nîşane hene ku ev yek ne blof e."

Sancar anî ziman ku armanca operasyona mijara gotinê wê pêşîgirtina li pêşketina Rojava be û got, "Hikûmet û Serokkomar di rojên dawî de hewl didin nîşan bidin ku tevgerek li dijî DAIŞ'ê ye. Ji bo NATO û DYA îqna bike, hewl dide nîşan bide ku sedema vê tevgerê dijberiya DAIŞ'ê ye. Halbûkî her kes dizane ku DAIŞ beriya mehekê li sînor bêhtir xetere bû. Dema Til Ebyad di bin kontrola DAIŞ'ê de bû, diviyabû operasyoneke bi vî rengî bihata rojevê. Niha DAIŞ ji Til Ebyadê hatiye qewirandin û xeteriya DAIŞ'ê li ser sînor kêmtir bûye. Lewma sedema 'em ê li hemberî DAIŞ'ê operasyonê bike' ne hêsane ku mirovan bide bawerkirin."

Sancar diyar kir ku avakirina "herêma ewle" ya li ser sînor wê rewşa şer ji holê raneke û got, "Herêma ewle be jî wê leşkeran bişîne wê derê. Şandina leşkeran jî, tê wateya afirandina derfetên şer."

'DIKARIN DÎNÎTIYEKÊ BIKIN'

Sancar axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Daxuyaniyên Rûsyayê li holê ne. NATO erê nake. Koalîsyona Navneteweyî erê nake. Rejîma Sûriyeyê ragihand ku ew ê vê ji nedîtî ve neyê. Bê guman PYD û YPG hene. Bûrkan El Firat heye. Şerê bi van hemûyan re dikare bipejirîne? Dikare bikeve nava serpêhatiyeke bi vî rengî? Di nava şert û mercên normal de eger polîtîkayeke derve ya bi aqilane were meşandin, dewletek nakeve nava serpêhatiyeke wiha. Lê belê ji bo hegemonya û giraniya xwe ya di polîtîka hundir de winda kiriye, dibe ku bi manewrayeke bi vî rengî re bixwaze qezenç bike, lewma dîtîniyeke wiha bike. Bi taybetî jî Serokkomar Erdogan."

Sancar destnîşan kir ku weke HDP ew ê li dijî vê polîtîkayê bisekinin û got, "HDP, DBP û KCD wê eniyeke dijberê şer ava bikin. Lê belê, divê hemû rêxistinbûyînên demokratîk ên li Tirkiyeyê, ji bo polîtîkaya aştiyê seferber bibin. Ji ber ku aştiya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê, bi zexmbûyîna herêmeke ewle ya Rojava re dikare mayînde bibe. Aştiya li Tirkiyeyê, ji ewlekariya li Rojava, ji mafê rêveberiya xwe bi xwe ya Kurdên li Rojava cihê nîne."

'WÊ RÊ LI BER KAOSÊ VEKE'

Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl jî da xuyakirin ku destwerdana hikûmeta AKP'ê li Rojava wê kaosê bîne herêmê û got, "Yên ku heta duh, gava DAIŞ li ser sînor bû nedigotin 'em ê rê nedin çêbû û qediya', piştî ku YPG/YPJ'ê bi gelên xwecihî re herêm azad kir, îro destwerdana leşkerî nîqaş dikin." Togrûl bal kişand ser desteka AKP'ê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê.

Togrûl destnîşan kir ku encamên êrîşeke gengaz hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Rojhilata Navîn wê giran be û got, "Ya divê were kirin, ewlekirina sînorên Tirkiyeyê, dawîanîna li polîtîkayên sînor ên destekê didin DAIŞ'ê ye. Her wiha divê deriyên sînor jî bi tenê ji bo pêwîstiyên însanî werin vekirin."

'DIBE KU DÎLOK BIBE PEŞAWER'

Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Tûgrûl anî ziman ku 'hucreyên razayî' yên DAIŞ'ê li Dîlokê hene û hişyarî da ku Dîlok bi 'Peşawerbûyînê' re rû bi rû ye. Tûgrûl got, "Hikûmeta Pakîstanê dema dawî li desteka xwe ya ji bo El Qaîdeya li Afganîstanê anî, li Peşawerê milîtanên El Qaîdeyê avêtin ser dibistaneke leşkerî û 150 xwendekarên hînê zarok bûn, qetil kirin. Di dema pêş de xeteriyeke bi vî rengî li pêşiya Dîlokê ye. Li bajêr gelek hucreyên razayî yên DAIŞ'ê hene. Haya hikûmeta AKP'ê çiqasî ji van heye, em nizanin. Ev rewş dikare encamên ku dawî li jiyana mirovên li Dîlokê bîne, bi xwe re bîne. Divê hikûmet ji niha ve li hemberî van tedbîran werbigire."