'Em xwedî li dengê xwe derkevin'

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Cengîz Ûzûner diyar kir ku divê êdî kes gilî û gazina 'deng dizîn' nekin û bang li her kesî kir ku xwedî li dengê xwe derkevin.

Ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê tenê çend roj man. Li Stenbolê 8 milyon kes li 31 hezar û 184 sindoqan dengê xwe bidin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên hilbijartinê yên li Stenbolê xurt kir.

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yên Stebolê Cengîz Ûzûner ji ANF'ê re ragihand ku ji bo ewlekariya sindoqan wan tedbîr girtine.

LI 31 HEZAR Û 184 SINDOQAN WEZÎFEDARÊN ME HENE

Ûzûner bi bîr xist, li tevahiya Stenbolê 31'ê hezar û 184 sindoq hene û 8 milyon kes wê biçin ser sindoqan.

Ûzûner bal kişand ser gilî û gazinên li ser dizîtina dengan û got, "Têgihiştineke wiha heye, 'Didizin! Em çi bikin encamên hilbijartinê naguhere. Desthilatdarî li gorî dilê xwe bandorê li encamên hilbijartinê dike'. Ev têgihiştin şaş e. Li sindoqên li Stenbolê hemûyan, yanî li 31 hezar û 184 sindoqan wezîfedarên HDP'î hene. Ev têrê nake! Em ji bo her sindoqê muşahîdekî wezîfedar dikin. Ev jî têrê nake! Li her dibistanê du berpirsyariyên me yên dibistanan hene. Parêzerên me hene." Ûzûner destnîşan kir, perwerdeya pêwîst ji wezîfedarên wan re hatiye dayin.

Ûzûner bang li rêxistinên girseyî yên demokratîk, baroyan û gel kir û diyar kir, 31'ê Adarê ji bo demokrasiya siyasî ya Tirkiykeyê di asta referandûmê de girîng e. Ûzûner got, "Ji ber vê yekê divê welatî hemû di 31'ê Adarê de dengê xwe bidin. Bikaranîna dengan tenê têrê nake; dikarin serî li rêxistinên HDP'ê yên navçeyan bidin û bibin muhaşîd. Serlêdanên ji bo muhaşîdan hîn bi dawî nebûye. Eger li ber her sindoqê gelek wezîfedarên me hebin wê nikaribin dengan bidizin, em ê nehêlin dengan bidizin. Em mejiyê ku dibêje 'didizin' diavêjin çopê û dibêjin, 'em ê nehêlin bidizin'. Piştî hilbijartinê li şûna gilî û gazina 'dizîn' em ê gotina 'me nehişt bidizin' derxînin pêş."