Bertekên li dijî biryara girtina çapemeniya azad naqedin, ku bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan de, di nav de DÎHA, JINHA, Azadiya Welat jî hene hatin girtin. Li Entalyayê nûçegihanên xwecih diyar kir, êrîşên bi ser çapemeniya azad de darbeyek e. Nûçegihanan diyar kirin êrîş û çewisandina li ser çapemeniyê ne kêmî yên darbeya faşîst a 12’ê Îlonê ne û gotin, rejîma Erdogan fatîha li Kenan Evren xwendiye.
Semîh Ersozler ku li Entalya nûçegihaniya serbest dike, diyar kir, DÎHA ji ber ku rastî ji gel re radigihand bûye hedef. Ersozler got, ev 14 sal in li gel hemû zext û zordariyan û sansûrê rastiyê radigihîne û got, ‘’ Bîza serweran ji DÎHA’yê diçe ji ber ku nekarîn bi binçavkirin û komkujiyan pêşî lê bigirin niha jî bi girtina dixwazin wê bêdeng bikin.’’
Nûçegihana Kuçeyên Entalyaê Yasemîn Aydemîr jî got, zextên li ser çapemeniyê piştî 15’ê Tîrmehê bi ragihandina Rewşa Awarte pir zêdetir bûn û bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan de êdî nûçegihanî nema dikare were kirin û wiha pê de çû: ‘’Bi girtina JINHA, DÎHA, Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Hayatin Sesî, TV 10, Sendika.org û gelek rojname, televizyon, radyo, malper û kovaran dixwazin dengê Kurd, Elewî û muxalîfan bibirin.’’