'Em di Newrozê de li hev bicivin, raperîna xwe mezin bikin' -NÛ BÛ

TJA û Hêzên Demokrasî û Kedê bang kirin û gotin, "Em li dora agirê Newrozê bicivin; raperîna xwe mezin bikin."

Tevgra Jina Azad (TJA) û Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo çalakiyên Newrozê banga tevlîbûnê kirin ku wê bi dirûşma "Dem dema serketinê ye" bêne lidarxistin.

DERSIM

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 19'ê Adarê li Qada Seyîd Riza li avahiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) civîneke çapemeniyê lidar xist. Tevî pêkhateyên platformê, Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu jî tevlî civînê bû.

Ji rêveberên HDP'ê yên Dersimê Ozcan Ateş diyar kir ku wê bi ruhê 'serketina bi hev re' Newroza 2022'an pîroz bikin.

Ateş diyar kir ku Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamenterê Dersimê Alîcan Onlu, Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz û Şaredarê Dersimê Mehmet Fatîh Maçoglû wê tevlî pîrozbahiyan bibin. Her wiha Alî Baran û Derya Cengîz jî li gel hunermenên xwecihî wê hunera xwe pêşkêş bikin.

ENQERE

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê jî ji bo Newroza li Enqereyê bê pîrozkirin deklarasyon eşkere kir. Li qada civînê pankarta bi nivîsa "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin" hate daliqandin. Bi navê Hêzên Ked û Demokrasiyê Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû daxuyanÎ da.

Sînemîllîoglû got, "Em li dora agirê Newrozê li hev bicivin, coş, hêrs, raperîna xwe mezin bikin, hesreta xwe ya ji bo azadiyê bînin ziman û li dijî Dehaqan, bibin Kawa û biherikin qadên Newrozê."

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo pîrozbahiya 20'ê Adarê saet 13:00 de a li Anitparkê banga tevlîbûnê hate kirin.

ÎZMÎR

Tevgera Jina Azad (TJA) ji bo Newroza Îzmîrê ya li qada Gundogdû banga tevlîbû kir. Bi vê armancê li Buroya Piştevaniya Egeyê ya DBP'ê civîna çapemeniyê hate lidarxistin.

Aktîvîsta TJA'yê Nîlay Guleser daxuyanî da û diyar kir ku 20'ê Adarê saet di 13:00 de wê li qada Gundogdûyê bin.

MÊRDÎN

Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo pîrozbahiyên li Mêrdînê li avahiya HDP'ê ya Bajêr daxuyaniyek da.

Aktîvîsta TJA'yê Eylem Amak diyar kir ku wê Newroza 2022'an bi ruhê têkoşîn û berxwedanê pîroz bikin û di Newrozê de bêjin "Niha dema serketinê ye". Amak bang kir û got, "Ji 8'ê Adarê heta Newrozê em bi heman ruhê berxwedanê dakevin qadan."